Seroka Meclîsa Şaredariya navçeya Islington a Londonê Una O’Halloran, tevî endamên meclîsa şaredariyê Gulçin Ozdemir û Nurullah Turan, derbarê êrîşên li ser Kurdên li Rojava û statuya gelê Kurd de ji Wezîra Karên Derve Hon Yvette Cooper re nameyek şand.
Una O’Halloran di nameyê de bal kişand ser metirsiya ku civakên Kurd li Sûriyeyê pê re rû bi rû ne û bi bîr xist ku bi êrîşên leşkerî hewl tê dayîn Kurd werin çewisandin û bi deh hezaran sivîlên Kurd neçar mane ku malên xwe biterikînin.
Her çiqas agirbestek hatibe ragihandin jî, Una O’Halloran bal kişand ser gotinên şahidên rûdanan û raporên çavdêrên navdewletî û wiha got: “Rapor nîşan didin ku pevçûnên nû yên ku nifûsa Kurd dikin armanc û binpêkirinên giran ên mafên mirovan, di nav de înfazên der-hiqûqî û êrîşên li ser sivîlan, berdewam dikin. Rewş gelekî nazik e û fikarên cidî hene ku ev bêîstîkrariya heyî veguhere şerekî berfirehtir.”
O’Halloran bal kişand ser fikarên Kurdan û wiha anî ziman: “Kurdên li herêma me, nerazîbûna xwe ya derbarê nebûna xuyabûna têrker a rewşa gelê Kurd ê li Sûriyeyê di raya giştî de, bi me re parve kirin. Ev fikar, hem ji ber bûyerên tundiyê yên li derveyî welat û hem jî ji ber nebûna rêyeke zelal a xweserî û mafê çarenivîsê ji bo civakên Kurd, hîn zêdetir dibe.”
Una O’Halloran diyar kir ku divê Hikûmeta Brîtanyayê ji bo parastina gelê Kurd li Sûriyeyê gavên bilez bihavêje û ev daxwazên li jêr rêz kirin:
- Misogerkirina ewlehiya nasnameya Kurd û civakên Kurd,
- Şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan û piştgirîkirina aştiyê,
- Cîbicîkirina mekanîzmayên parastinê yên berbiçav ji bo sivîlan,
- Piştgirîkirina mekanîzmayên serbixwe yên ku dê çavdêriya agirbestê û binpêkirinên mafên mirovan bikin.
Una O’Halloran bang li Brîtanyayê kir ku di parastina kêmneteweyan û dabînkirina aştiyeke mayînde de roleke çalak bileyize.