Isacsoon: Li dijî dagirkeriya Tirk dakevin qadan

Ji rêveberiya Komîteya Piştgiriya Kurdistanê ya li Swêdê Marianne Isacsson nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê ya Tirk da û got: “Divê êrîşên Tirkiye ya li ser Kurdan rawest e. Her kes nerazîbûn li ber vê raber bike û dakeve qadan."

Ji Rêveberiya Komîta piştgiriya Kurdistan (Stodkommiten for Kurdistan) ya li Swêdê Marianne Isacsson bi peyameke dîmen nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd da.

Isacsson ev got: “Ji 17’ê Nîsanê û ve artêşa Tirk dest bi êrişa li ser xaka Kurdistanê kir. Ev êriş yek ji êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser gelê Kurd bi salan e didome. Mîna êrişên artêşa Rûsya ya li ser Ukranyayê mirovên bê guneh dibin qurbanî û tên kuştin. Divê êdî ev biqede. Divê êrişên Tirkiye ya li ser Kurdan bên rawestandin. Divê em hemû li ber van êrîşan nerazîbûnên xwe raber bikin. Li dijî dagirkeriya Tirk dakevin qadan û bi tundî şermezar bikin.”