BI DÎMEN

Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir

Hozan Aydin ê ku krîza dil derbas kir metirsiya jiyanî derbas kir.

Metirsiya jiyanî ya Hozan Aydin ê ku di 18’ê Mijdarê de li paytexta Elmanya Berlinê krîza dil derbas kir û di çavdêriya awarte de hate dermankirin, nema. Hozan Aydin ji çavdêriya awarte hate derxistin û dermankirina wî dewam dike.

Li nexweşxaneyê Hozan Aydin peyamek weşand û got: “Ez spasiya her kesê dikim ku peyamên şîfayê şandine. Bi taybet spasiya hevalên xwe yên hunermend dikim.”