Heyeta Kurdistanî li Venedîkê hevdîtinên xwe didomîne
Heyeta Kurdistanî li Venedîkê hevdîtinên xwe didomînin. Heyetê di serdanan de bal kişandin ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk.
Heyeta Kurdistanî li Venedîkê hevdîtinên xwe didomînin. Heyetê di serdanan de bal kişandin ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk.
Heyeta Kurdistanî ku li bajarê Venedîkê yê Îtalyayê beşdarî Komxebata Navnetewî ya Aştiyê ya Cîhanê bû, serdana komên dostên Kurdan ên li bajêr kir.
Endamê KNK’ê Adem Ûzûn, Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên di heyetê de cih girtin. Heyetê têkildarî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, dostên gelê Kurd agahdar kirin.
Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah di hevdîtina ligel dostên Kurdan de, bal kişand ser taybetmendiyên Şoreşa Rojava, armanca êrîşên dewleta Tirk û hêzên hegemonîk ên li dijî destkeftiyên Kurdan.
Asya Abdullah got ku parastina Şoreşa Rojava li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk erka hemû mirovahiyê ye û bang li gelan kir ku hevgirtina navneteweyî mezin bikin.
Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî çekên kîmyewî û gazên qedexekirî da û qala êrîşên dewleta Tirk ên li Başûr Kurdistanê kir.
Tara Hisên bal kişand ser xebatên Tevgera Azadî yên li Başûrê Kurdistanê û anî ziman ku ew dixwazin li Başûr û tevahiya Rojhilata Navîn sîstemeke demokratîk a azadîparêz a jinê ava bikin.
Hevdîtina bi dostên gelê Kurd re piştî pirs û bersivan bi dawî bû.