Hevserokê KCDK-E Koç: Em ê her roj li her qadê bibin dengê girtiyan

Li Hannoverê ji bo girtiyên nexweş serbest werin berdan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de peyama “Em ê ji bo hemû girtiyên nexweş her roj li her derê dengê xwe bilind bikin“ hate dayîn.

Di pêşengtiya NAV-DEM’ê li bajarê Hannover yê Elmanyayê ji bo girtiyên nexweş serbest werin berdan  bi tevlîbûna sedan Kurdan û dostên wan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane hatin rakirin.

‘ROJA SERKEFTINÊ NÊZ E‘

Di çalakiyê de Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axaftinek kir û bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de dîl hatine girtin û got:“Li ser hevalên me yên di girtîgehan de îşkenceyek giran tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker ya ku li çiya û bajaran tu serkeftin bi dest nexistiye bê navber êrîşî girtiyên siyasî dike. Lê belê bila baş bê zanîn ku çawan li çiya, kolanan û li qadan têkoşîn meşandine, hevalên me li girtîgehan de jî heman têkoşînê dimeşînin. Em ê ji bo girtiyan he roj li her derê dengê xwe bilind bikin. Roja serkeftinê nêz e.“

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan“ û “Bijî berxwedana gerîla“ dawî bû.