‘Heta Abdullah Ocalan azad bibe em ê li qadan bin‘

Kurdistanî û dostên wan ên ku li Viyanayê daketin qadan, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Bi boneya 23’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi organîzasyona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk meş û piştre mîtîngek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan di saet 15.00’an de li Christian-Baroda-Platzê li hev civiyan û beriya meşê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşê rêz hate girtin.

Piştre nûnerên Eniya Yekbûyî ya Demokratîk a Gelan (HDBH), Yekîtiya Komîntern û Civaka Azad a Awûstûryayê bi axaftinên komploya navneteweyî şermezar kirin.

Piştî meşê axaftin hatin kirin û hate gotin ku bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd çareser nabe. Di berdewama axaftinan de ev tişt hatin gotin:“Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in li dijî tecrîdek mutlak li ber xwe dide. Heta ku tecrîd bidome wê tu çareserî neyê Tirkiyeyê û welat aram nabe. Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê li qadan bin.“

Mîtîng û meşa ku bi qasî du saetan dewam kir, bi dirûşmeyan bi dawî bû.