Her ku çixare biha dibe, tûtin û çixareya elektronîk bêhtir tên bikaranîn
Li gelemperiya Ewropayê bi saya zêdekirina buhayê çixareyan, hejmara çixarekêşan kêm bû, lê belê hejmara mirovên tûtinê yan jî çixareya elektronîk bi kar tînin zêde bû.
Li gelemperiya Ewropayê bi saya zêdekirina buhayê çixareyan, hejmara çixarekêşan kêm bû, lê belê hejmara mirovên tûtinê yan jî çixareya elektronîk bi kar tînin zêde bû.
Li gorî daneyên ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve hatin weşandin, bi saya baca ji çixare û tûtinê tê wergirtin, salê 106 milyar Euro digihêje dewletan. 22.5 ji sedî yê vê yekê baca nirxê zêdekirî ye, baca yên din jî zêdeyî 82 milyar Euro ye. Li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê 2.5 ji sedî yê baca nirxê zêdekirî ji çixare û tûtinê tê girtin.
Li gorî daneyên komîsyonê, di navbera salên 2005 û 2017'an de firotina çixareyan kêm bû be jî bi saya baca zêdekirî ya di çarçoveya polîtîkayên tenduristiyê de hatiye destnîşankirin, hatine zêde bû. Di sala 2005'an de 728 milyar çixare hatin firotin û 99 milyar Euro hatineya bacê jê hate bidestxistin.
Di sala 20187'an de 475 milyar çixare hatin firotin û baca ku jê hate bidesxistin 119 milyar Euro bû.
FIROTINA TÛTINÊ KÊM NEBÛ
Lê belê di heman demê de ji ber ku tûtin erzantir e firotina tûtinê zêde bû. Di sala 2005'an de bi 7 milyar Euroyî tûtin hate firotin, di sala 2017'an de bi 17 milyar Euroyî hate firotin. Beşeke girîng a vê zêdebûnê ji ber zêdebûna buhayê çixareyê jî be, li pêşberî kêmbûna firotina paketên çixareyan, tûtin bi rêjeya 50 ji sedî zêde hate firotin.
ÇIXAREYÊN ELEKTRONÎK KU ZERARA WÊ NAYÊ ZANÎN ZÊDE TÊ BIKARANÎN
Tevî vê yekê çixareyên elektronîk gelekî tên firotin. Di sala 2012'an de li gelemperiya yekîtiyê 6 milyon kesî çixareya elektronîk dikişand, ev hejmar di sala 2017'an de bû 12 milyon mirov.