Heqî Karasûngûr û hevrêyên wî li Exeterê hatin bibîranîn
Ji bo Heqî Karasûngûr û du hevrêyên wî yên li Zapê şehîd bûn, li bajarê Exeter ê Îngilistanê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Heqî Karasûngûr û du hevrêyên wî yên li Zapê şehîd bûn, li bajarê Exeter ê Îngilistanê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Heqî Karasûngûr (Omer Açan) û hevrêyên wî yên 25’ê Mijdarê di operasyona şoreşgerî ya ku HPG’ê li dijî artêşa Tirk li dar xist de, şehîd bûn li bajarê Exeter ê Îngilistanê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Bibîranîn, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Exeterê ve hat lidarxistin û xizmên Şehîd Heqî Karasûngûr (Omer Açan), malbatên şehîdan û gelek kes tev li merasîmê bûn.
Li salonê merasîmê alên KCK û PKK’ê û wêneyên Adar Argeş (Vesîle Arvîş) û Nûpelda Polat (Esrîn Memyan) bi Heqî Karasûngûr (Omer Açan) re şehîd bûn, hatin daliqandin. Li ser maseya bibîranînê, find hatin vêxistin û wêneyên şehîdan bi gulan hatin xemilandin.
Bîranîn ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê, sirûda Çerxa Şoreşê got. Piştre sînevîzyonek li ser Heqî Karasûngûr hat temaşekirin. Di bibîranînê de bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Alî Poyraz li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Îngilistanê, axivî.
‘FAŞÎZMA TIRK WÊ TÊK BIÇE’
Poyraz anî ziman ku bi deh hezaran lehengên azadiyê, ji bo azadiya Kurdistanê şehîd bûne û got: “Dema ku li Zap, Qendîl, Amed yan girtîgehekê hevrêyek me dibe nemir, bêhn li me diçike. Em li ku dera cîhanê bin jî girtina bêhna xwe deyndarê van lehengan in. Hovîtiya dewleta Tirk li her derê derdikeve pêşberê me. Bila her roj bombe li me bibarînin, me bigirin, çekên kîmyewî bi kar bînin, lê bila ji bîr nekin ku wê faşîzma Tirk û piştevanên wê li ber têkoşîna azadiya Kurdan bi ser nekevin, wê têk biçin.”
Xizmê Heqî Karasûngûr, Ridvan Açan jî axivî. Açan diyar kir ku dema ku Heqî li ODTU’yê dixwend, biryara tevlêbûna gerîla da û wiha got: “Rastiya Kurdistanê nas dikir û dizanî. Girêdanbûna wî ya bi gerîla û îdeolojiya Rêber Apo re gelek bû. Wî bi xwe her tim digot, ‘Ne giring e ku tu çiqas bijî, ya giring ew e ku tu çawa dijî‘. Di nav refên gerîla de, ji ber qezayekê felc bû. Lê wî bi baweriya xwe ya bi azadiyê, bi vîneke bêhempa têkoşiya. Hevrêtî, azadî û fedakarî ji me re mîrate hiştin. Em jî ji bo ku bibin layiqê şehîdên xwe, çi ji destê me were em ê bikin.”
Piştî axaftinan, malbata Heqî Karasûngûr sersaxî qebûl kirin.