HDBH Ewropa: Parastina Şoreşa Rojava wezîfeya me ye

HBDH Ewropayê ji bo çalakiya Şemiyê ya li Dûîsbûrgê banga tevlîbûnê kir û got, "Çawa ku me doh Kobanê parast, wezîfeya me ye ku îro jî Şoreşa Rojava biparêzin."

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ya Ewropayê, têkildarî çalakiya li pêşniya Haûptbahnhof a Dûîsbûrgê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke rêxistinên demokrat û şoreşger ên Tirkiyeyî, Bakurê Kurdistanê û Ewropî, wezîfeya wan e ku li dijî dewleta Tirk a faşîst, dewletên faşîst ên herêmê û emperyalîzmê, xeta berxwedanê ya hevpar ava bikin û hate gotin, "Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantonên Rojava bênavber dewam dikin. Hikumeta Şamê jî ambargoyê datîne ser kantonên Şehba û Şêxmeqsûdê, bi vî rengî dibe piştgirî ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker re. Li hemberî van êrîşan, wezîfeya parastina Şoreşa Rojava dikeve ser milê hêzên siyasî ku ji bo wekhevî, demokrasî û azadiya gelan têdikoşin. Mîna ku doh Kobanê hate parastin, wezîfeya me ye ku em îro Şoreşa Rojava biparêzin."

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk ji 14'ê Nîsana 2022'an û vir ve bi binpêkirina hemû pîvanên mirovî û navneteweyî êrîşî qadên Metîna, Avaşîn û Zapê dike û çekên kîmyewî bi kar tîne.

HBDH Ewropayê diyar kir, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û AKP-MHP ên zanin ku dawiya wan tê, ji bo desthilatdariya xwe biparêzin wê êrîşên li ser her kesî zêde bikin û bi dewamî bi bîr xist ku 23 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê di hucreyeke yek kesî de dîl tê girtin.

Di daxuyaniyê de fikarên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate ser ziman û hate gotin, "Heta ku agahî ji Birêz Ocalan bê wergirtin, daxwazên mafdar ên hêzên azadiyê yên Kurd wê daxwazên me jî bin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku avakirin û mezinkirina xeta berxwedanê ya hevpar wezîfeya wan e û bang li gelan hate kirin ku 17'ê Kanûnê saet di 13:00 de li pêşiya Haûptbahnhof a Dûîsbûrgê tevlî çalakiya wan bibin.