Gunay: Pêngava 'Dem dema azadiyê ye' bi pêşengiya jinan dewam dike

Endama Meclîsa Jinê ya DEST-DAN Nûjiyan Gunay diyar kir ku pêngava 'Dem dema azadiyê ye' bi pêşengiya jinan dewam dike û destnîşan kir, gel, bi taybetî jî jin li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civiyane û heta azadiya wî wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Endama Meclîsa Jinê ya DEST-DAN ku li Berlînê karê jinan dike Nûjiyan Gunay komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, tecrîda li Îmraliyê û pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ji ANF'ê re nirxand.

Gunay, komploya navneteweyî ku di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hate kirin şermezar kir û bi bîr xist ku Ocalan 23 sal in di nava çar dîwaran de tecrîdkirî ye. Gunay ragihand ku bi rêya tecrîdê h ewl tê dayin ku gelê Kurd teslîm bê girtin û got, "Hêzên komploger beriya 23 salan wezîfeya bekçîtiyê dan Tirkiyeyê û ji wan hebû ku wê gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurdan tune bikin. Baweriya xwe pê anîn ku rêbertî teslîm girtine, fikrê wî qedandine. Lê belê ji wan nebû ku paradîgmaya Abdullah Ocalan ewqasî belav bibe, li qadê bi cih bê anîn.

Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê belav dibe. Sîstema modernîteya demokratîk mirov dikare êdî weke sîstemeke ji bo tevahiya cîhanê bibînin. Sîstema Modernîteya Demokratîk niha li Rojava, Şengal û Mexmûrê ketiye meriyetê. Pirtûkên wî yên heyî niha li zanîngehên Ewropayê weke pirtûkên dersê têne xwendin. Cîhanê tev dît ku ev fikir bi kêrî gelan hemûyan tê."

'EM Ê ARMANCÊN ŞEHÎDÊN XWE PÊK BÎNIN'

Gunay diyar kir ku ew pêşengiyê ji pêngava 'Dem dema azadiyê ye' dikin û got, "Bi sedan sal in jin têne qetilkirin, êşkence lê tê kirin, mîna koleyan têne dîtin û ji civakê têne dûrxisetin. Lê belê jinan yekemcar azadiya xwe di vê îdeolojiyê de dîtin. Ne tenê jinên Kurd ez vê yekê ji bo tevahiya jinên cîhanê dibêjim. Jinên Kurd bi pêşengiya hevala Sakîne Cansiz xwe bi rêxistin kirin. Lê belê di heman demê de jinên Ewropî jî azadiya xwe di vî fikrî de dibînin. Fikrên Abdullah Ocalan ji bo xwe weke hêviyê dibînin. Lewma jin pêşengiyê ji pêngava 'Dem dema azadiyê ye' dikin. Armanca me ji vê pêngavê ew e ku armancên şehîdên xwe pêk bînin, yanî azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Ji her demê bêhtir divê em xwe bi rêxistin bikin, têkoşîna xwe mezin bikin, ji ber ku divê armancên şehîdên xwe pêk bînin. Divê Rêberê me ji nava çar dîwaran derkeve û azad bibe. Saziyên ku mafên girtiyan diparêzin dema ku mesele dibe kurd her tiştî qebûl dikin û bêdeng dimînin. Ew hevparê wan dewletan e ku Kurdistan dagir kirine."

'ÎDEOLOJIYA RÊBERTÎ JI BO NETEWEYAN HEMÛYAN E'

Gunay destnîşan kir ku armanca hêzên komploger ew bû ku bi teslîmgirtina fîzîkî ya Ocalan re gelê Kurd teslîm bigire û got, "Bi vî rengî xwestin Kurd û Kurdistanê tune bikin. Di herikîna dîrokê de gelek caran serhildan û raperîn çêbûn, lê ti ji wan mîna ya PKK'ê nebû. Ji ber ku îdeolojiya Rêbertî ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê bû, ji bo neteweyan hemûyan bû.

Rêbertî ji Bakur e, lê di heman demê de xwe ji Rojhilat, Rojava û Başûr dibîne. Gel, bi taybetî jî jin li dora Rêbertî civiyane û heta azadiya wî wê têkoşîna xwe dewam bikin."