Greva bi tevlêbûna herî zêde ya 10 salên dawîn li Îngilistanê hat kirin

Sendîkayên li Îngilistan û Gallerê, ji ber zêdebûna enflasyonê bi daxwaza zêdekirina destheqên karmend û karkeran dest bi grevê kir, nêzîkê 500 hezar kes tev li grevê bûn.

Li Îngilistanê û Gallerê, mamoste, karmend, xebatkarên rêyên hesin û otobês û zanîngehan ketin grevê. Sendîkayên kar ji bo zêdekirina destheqan ji ber zêdebûna enflasyonê, ketin grevê. Ji sektorên cuda nêzîkê 500 hezar kesan bi xebera sendîkayan kir û ket grevê.

Çapemeniya Îngilistanê ragihand ku çalakiya berdana dev ji kar, greva bi tevlêbûna herî zêde ya 10 salên dawîn e. Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî, diyar kir ku grevê bandor li 23 dibistanan kiriye û da zanîn ku wê ji sedî 85’ê dibistanan bi qismî ya jî bi temamî bên girtin.

Xebatkaran muzeyan û ajokarên otobêsan ên li Londonê dixebitin jî tev li grevê bûn.

Bi hezaran kes li Londonê hatin ba hev û pêşnûmeya ku pê şertê dayîna xizmeta asgarî di dema grevê de tê anîn, protesto kir. Xebatkar ji bo dengê wan bê bihîstin meşiyan ber bi qada parlamentoyê ve.