Gelê Tamîlê li Elmanyayê çalakî li dar xist
Li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Tamîlê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Eelam Tamîl li bajarên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.
Li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Tamîlê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Eelam Tamîl li bajarên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.
Îro li Elmanyayê çalakiyên gelê Tamîlê hebûn. Tamîliyan li Berlîn, Bremen, Stûttgart, Frankfûrt û Dusseldorfê meş û mîtîng li dar xistin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Gel a Eelam Tamîl ve hatin organîzekirin. Kurdan jî piştgirî dan çalakiya li Dusseldorfê.
Li Dusseldorfê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakî li ber DGB Housê hate lidarxistin. Beriya çalakiyê deqeyek rêz hat girtin.
Di axaftina li ser navê Meclîsa Gel a Tamîl Eelamê de wiha hate gotin:
“Îro 75’emîn salvegera damezrandin dewleta Srî Lanka ye. Ew pîrozbahî dikin, lê îro ji bo me rojekî reş e. Ji ber ku 75 sal in li ser Eelam Tamîlan zilm û jenosîdeke sîstematîk tê kirin. “
Piştî çalakiya Tamîlan wê Kurdan jî li heman cihê kombûban û mîtîng lida xistiban. Li ser navê Kurdên ku beşdarî mîtîngê Tamîlan bûn, nûnera tevgera jinan Medya Rosan axaftinek kir. Rosan got, “Gelê Kurd û Tamîlî heman zextan dîtin, heman êşê jiyan û dijîn. Em hestên hevgirtina gelê xwe radigihînin.”
Endamên Meclîsa Tamîlê piştî mîtîngê meşiyan. Piştî ku Tamîlî dest bi meşê kirin, gelê Kurd li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê mîtînga protestoyî lidarxist.