Fransiyekî DAÎŞ'î bi cezayê heta hetayî hate mehkûmkirin
Welatiyê Fransayê Sabri Essid, ji ber beşdarbûna jenosîda li dijî Êzidiyan di doza li Parîsê de di nebûna xwe de bi cezayê heta hetayî hate mehkûmkirin.
Welatiyê Fransayê Sabri Essid, ji ber beşdarbûna jenosîda li dijî Êzidiyan di doza li Parîsê de di nebûna xwe de bi cezayê heta hetayî hate mehkûmkirin.
Essid ê ku welatiyê Fransayê ye û tê texmînkirin li Sûriyeyê miriye, bi tohmeta ku di nîvê salên 2010’an de li ser xeta Iraq-Sûriyeyê beşdarî êrîşên li dijî Êzidiyan bûye dihat tawanbarkirin. Ji ber ku delîlên teqez derbarê mirina wî de tune bûn, ji aliyê dadweriya Fransayê ve wekî “fîrar” hat qebûlkirin û hat darizandin. Di rûniştina dozê de sê jinên Êzidî wekî mudaxîl cih girtin.
Piştî darizandina pênc rojan, dadgehê Essid bi sûcên jenosîd, sûcên li dijî mirovahiyê û tevlîbûna van sûcan gunehbar dît. Ev biryar, di nav giranrtirîn cezayên li Fransayê de ye ku têkildarî sûcên li dijî Êzidiyan hatiye birîn.
Essid bi sûcên giran ên wekî kirîna jinên Êzidî ji bazarên koleyan, neçarkirina wan ji bo koletiya zayendî, tecawiz û reftara xirab dihat tawanbarkirin. Di êrîşên jenosîdê yên DAÎŞ’ê de ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser Şengalê pêk hatin, bi hezaran Êzidî hatibûn qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatibûn revandin û kolekirin.
Sabri Essid piştî ku di destpêka sala 2014’an de çû herêma sînorê Iraq-Sûriyeyê, hevjîna wî, sê zarokên wî û kurê hevjîna wî yê ji zewaca berê jî tevlî wî bûne. Di vîdyoyeke propagandaya DAÎŞ’ê de ya ku di 10’ê Adara 2015’an de hatibû weşandin, Essid tê dîtin ku kurê hevjîna wî yê wê demê 12 salî, neçar dike ku rehîneyekî Filistînî bi guleyekê di serî de bikuje.
Ev doza ku li Fransayê hat dîtin, wekî xeleka dawî ya zincîra dozên têkildarî jenosîda Êzidiyan a li Ewropayê tê nirxandin. Di salên dawî de li Ewropayê gelek biryarên mehkûmiyetê ji bo endamên DAÎŞ’ê ji ber jenosîda Êzidiyan hatin dayîn; ya yekem di sala 2021’an de li Elmanyayê, piştre par li Swêd û Belçîkayê. Dozeke din a têkildarî vê jenosîdê dê di sala 2027’an de li Parîsê were dîtin. Di dozê de emîrê DAÎŞ’ê Abdulnasir Benyusef ku dîsa tê texmînkirin miriye û hevjîna wî ya berê Sonia Mejri ya ku vegeriya Fransayê, dê werin darizandin.
Serokê Dozgeriya Neteweyî ya Dij-Terorê (Pnat) Olivier Christen ku li ser sûcên li dijî mirovahiyê serwer e, roja duşemê di daxuyaniya xwe ya ji bo RFI’yê de diyar kiribû ku têkildarî vê dosyayê bi giştî 11 doz hatine vekirin.