Fransa plan dike ku derbasî leşkeriya dilxwazî bibe

Fransayê bi armanca zêdekirina kapasîteya xwe ya parastinê ya li hemberî ‘gefên ewlehiyê yên zêde dibe’’ û ji bo pêşkêşkirina derfeta xizmetkirina welêt a ciwanan vesazkirina xizmeta leşkeriya bi dilxwazî dubare xist rojeva xwe.

Serokkomar Emanuel Macron diyar kir ku Ewropa li hemberî ‘’gefên mayînde’’ yên ji Rûsyayê di bin talûkeyê de ye û bal kişand ser hewcehiya zêdekirina xurtkirina neteweyî.

Macron di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê de got: ‘’Ewropa di bin gefekê de ye û li hemberî vê gefê hewcehî bi neteweyeke xurt û bikaribe seferber bibe, heye’’ û anî ziman ku bes zêdekirina hêzên alîkar bi têrê nake û hewce ye ji ciwanan re derfetên ku di nava artêşê de bi awayên cuda xizmetê bikin, werin pêşkêşkirin.

Macron diyar kir ku wê biryarên xwe yên têkildarî vêmijarê payîzê eşkere bike.

Fransayê leşkeriya mecbûrî di sala 1997’an de betal kiribû. Lê belêji ber gefên Rûsyayê yên ewlehiyê welatên Baltikê û gelek welatên Ewropayê yên weke Îskandînavyayê di salên dawîn de dubare berê xwe dabûn leşkeriya mecbûrî.

Roja Duşemê Belgeya Nirxandina Stratejiya Neteweyî ya Fransayê hate weşandin û di belgeyê de hate îfadekirin ku ‘’xizmeteke leşkeriyê ya bi dilxwazî ya hatî nûkirin’’ wê bikaribe perwerdeyeke leşkerî ya sereke  pêşkêşî welatiyên Fransayê yên kamil bike û dibe ku ev perwerde di demên pêş de veguhere teahûdeke leşkeriyê ya demdirêj.

Li Fransayê ji sala 2015’an ve ye bi tevlîbûna nêzîkî 1000 ciwanan  di bin disîplîna leşkerî de bernameyeke leşkeriya bi dilxwazî ya perwerdeya pîşeyî pêşkêş dike,heye.

Lê belê pergala nû têplankirin, bes ne pîşeyî di heman demê de ji aliyê parastinê ve jî wê bi erkekî girîng bigire ser milên xwe. Li gorî belgeyê armanc  xurtkirina hestên yekîtiya neteweyî û avakirina hêza însanan e ku di demên krîzan de bikare xwe seferber bike.