Frahm: Cihê PKK'ê ne ew lîste ye
Ji endamên berê yên Parlamenta Ewropayê siyasetmedara Danîmarkî Pernille Frahm diyar kir ku 'lîsteya rêxistinên terorê' li gorî berjewendiyên cîhana rojava tê amadekirin û got, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin.
Ji endamên berê yên Parlamenta Ewropayê siyasetmedara Danîmarkî Pernille Frahm diyar kir ku 'lîsteya rêxistinên terorê' li gorî berjewendiyên cîhana rojava tê amadekirin û got, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin.
Li Ewropayê nerazîbûna li dijî qedexeya li ser PKK'ê zêde dibe. Bi pêşengiya 'Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî' di 13'ê Kanûna 2021'ê de bi navê 'Bila PKK ji lîsteyên terorê bê derxistin' kampanya hatibû destpêkirin. Ji 1003 kesên ku mohra xwe danîn binê vê kampanyayê, endama berê ya Parlamenta Ewropayê Pernille Frahm a Danîmarkî ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku qedexeya li ser PKK'ê 'Xelatek ji bo Tirkiyeya Erdogan e."
Frahm wiha axivî:
"Sala 2001'ê ku êrişa li ser Herdu Kûleyan li Ewropayê û cîhanê gelek tişt guherand, endama Parlamenta Ewropayê bûm. Dema ku parlamentê di têkoşîna dijî terorê de biryar li ser hin polîtîkayên nû da, ez di nava komîteya mafên sivîl LIBE ya Parlamenta Ewropayê de bûm. Gelekî eşkere bû ku lîsteya terorê encameke danûtsandinên siyasî yên navbera dewletên hevalbendên DYE'yê yên tifaqa qaşo dijî terorê bû. Ji bo êrişa li ser Efganistanê û Iraqê pêwîstî bi baregehên hewayî yên li Tirkiyeyê hebû. Xelat jî ew bû ku dijminên Erdogan bikin dijminê rojava."
Frahm diyar kir ku 'lîsteya terorê' li gorî berjewendiyên cîhana rojava hate amadekirin û destnîşan kir, ku bi guhertina berjewendiyan re lîste jî nû bû. Frahm xistina nava lîsteyê ya Mucahîtên Gel ên li Îranê û derxistina heman rêxistinê weke mînak nîşan da û got, "Salên dawî komeke din ji lîsteyê derket. Mucahîtên Gel ên Îranî êdî di lîsteyê de nîne. Pêwîstiya rojava êdî bi alîkariya lîderên wan ên li Îranê nîne, lewma jî pêwîstî pê nîne ku em bi dijminên wan re şer bikin."
Frahm anî ziman ku lîsteyên terorê yên li welatên rojavayî têne avkairin ne li gorî 'tirsê' têne avakirin û got, "Lîsteya terorê ne lîsteya ji wan koman e ku divê em jê bitirsin. Ev yek lîsteyeke ji dijminên 'dostên' stratejîk ên Amerîka û Ewropaya Rojava ye. Yekane sedema hebûna PKK'ê ya li lîsteyê ew e ku dijminê Tirkiyeya Erdogan e û pêwîstiya dewletên rojavayî bi girêdana Erdogan heye."
Frahm bal kişand ser kêmaniya karên ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê û destnîşan kir ku li Ewropayê rewş guheriye û civaka Ewropayê têgihiştiye. Frahm got, "Salên dawî ev rewş diguhere, bi dîtina min têkoşîna edalet a ji bo PKK û Kurdan wê bi ser bikeve. Lê belê beriya her tiştî gelekî girîng e ku divê mirov hilbijêrên li rojavayê Ewropayê bi vê bêedaletiyê bihesînin. Hejmara parlamentên ku biryar dane di vê mijarê de bixebitin zêde dibe û em li ser rêya rast in."
KÎ YE?
Frahm ku 1'ê Nîsana 1954'an ji dayik bû ji sala 1990'î heta 1994'an ji bo Partiya Gel a Sosyalîst bû endama Folketing (Parlamenta Danîmarkayê) û di navbera salên 1999 û 2004'an de jî ji bo Koma Çep Kesk a Bakur-Koma Konfederal a Çep a Yekbûyî ya Ewropayê du serdeman li Parlamenta Ewropayê bû parlamenter. Siyasetmedar û mamosteyeke Danîmarkî ye. Di heman demê de di navbera salên 1998 û 1999'an de û di navbera salên 2007 û 2011'an de du serdeman endama Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê bû.