Kurdên ku li Brîtanyayê dijîn, bi cilên xwe yên neteweyî di kortejê de cih girtin. Bi cilên xwe bala gelekî beşdarên Îngilîz kişandin ser xwe.
Koma muzîkê a Kurdî Koma Çarnewa jî di çalakiyê de derket ser dikê û bi stranên xwe reng da festîvalê. Pankartên ku di kortejê de hatin hildan û govendên ku hatin kişandin, li qada festîvalê dîtbariyek bi hêja derxist holê.
Karkerên Îngilîz ên beşdarî çalakiyê bûn jî banga “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” kirin. Dîmenên ku vê bangê nîşan didin ji kortejê û qada festîvalê hatin tomarkirin.
Sendîkaya Karkerên Madenê ya Durhamê ji sala 2016’an û vir ve bi eşkere piştgirî dide “Kampanya Sendîkal a Azadî ji bo Abdullah Ocalan”.