BI DÎMEN

Fermandara YPJ’ê li Berlînê beşdarî civîna gel bû

Li Berlînê bi beşdariya endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn civîneke gel hat darxistin. Efrîn di civînê de bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û pêvajoya siyasî; wê peyam da ku tevî hemû zextan jî dê têkoşîna azadiyê bi biryardarî bidome.

Rohilat Efrîn di civîna ku li Nav-Berlînê pêk hat de axivî û destnîşan kir ku divê têkoşîna demokratîk a ji bo maf û azadiya gelê Kurd tê meşandin, were xurtkirin. Efrîn anî ziman ku têkoşîna bi salan e li Kurdistanê tê meşandin bi berdêlên giran hatiye meşandin û bal kişand ku şerê nêzî 13 salan e li Rojava berdewam dike, bandoreke kûr li ser gel hiştiye.

Efrîn diyar kir ku destkeftiyên îro bi saya têkoşînê pêkan bûne û got ku her çend geşedanên dawî yên li Rojava di nava civakê de hin pirsiyar çêkiribin jî, ji têkoşînê gav paşde nehatiye avêtin û berxwedana ji bo parastina gel berdewam dike.

Rohilat Efrîn destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava tenê bi komekê sînordar nîn in û diyar kir ku civaka navneteweyî li hemberî vê yekê bêdeng dimîne. Efrîn anî ziman ku heta niha tu dewleteke Ewropayê bi wateya rastî rola garantoriyê bi cih ne aniye.

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Efrîn qala pêvajoya siyasî ya nû û nîqaşên entegrasyonê yên ku piştî rejîma Baasê li Sûriyeyê derketin holê kir û diyar kir ku aliyê Kurd bi fikar nêzî mijara entegrasyonê bûne, lê ji bo parastina berjewendiyên gel ji neçarî hin xal hatin qebûlkirin. Efrîn anî ziman ku civaka Kurd li gorî demên berê xwedî pozîsyonek siyasî û civakî ya bihêztir e û bi gotina "Kurd ne wekî berê ne, siyaset ne wekî berê ye, û derfet jî ne wekî berê ne" bal kişand ser şert û mercên guherbar. Rohilat Efrîn diyar kir ku divê Kurdên li Ewropayê dijîn jî ji vê pêvajoyê re amade bin û peyama têkoşîn wê ji bo bîranîna şehîdan û ji bo azadiya gelê Kurd berdewam bike, da. 
Civîn piştî pirs û bersivan, bi nirxandinên beşdaran û peyamên hevgirtinê bi dawî bû.