Feraseta qirker li Hambûrgê hat şermezarkirin

Bi boneya salvegera Komkujiya Roboskî, Gurgum û ya 19’ê Kanûnê bi pêşengiya DGB’yê mîtîng hat lidarxistin û hişmendiya qirker hat şermezarkirin.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya salvegera Komkujiya Roboskî, Gurgum û 19’ê Kanûnê ya di Girtîgehan de mîtîngek hat lidarxistin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hambûrgê (DGB), li ber avahiya Rote Flore a li semta Sternschanze mîtîng li dar xist û ji bo bibîranîna qurbaniyan rêz girt.

Piştre li ser navê DGB ya Hambûrgê danezanek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku girtiyên şehîd bûne ewladên herî hêja yên mirovahiyê ne û wiha hat gotin: “Em mirovên xwe yên di Komkujiya Gurgum û Roboskiyê de hatin qetilkirin, bi rêzdarî minekarî bi bîr tînin.“ Her wiha hat bilêvkirin ku dewleta Tirk a faşîst hêj jî heman qetlîamê li Kurdan ferz dike.

Siyasetmedar Selma Irmak ku tev li mîtîngê bû, qurbaniyên Komkujiyên Gurgum û Roboskiyê bi bîr anîn û ev tişt anî ziman: “Di girtîgehan zêde hovîtî hat kirin. Cenazeyên girtiyana ji girtîgehan derketin. Ev mirov ji bo rûmeta xwe têkoşiyan. Em van hevrêyên xwe ji bîr nakin. Bi Komkujiya 19’ê Kanûnê dewletê qirkeriya xwe nîşan da. Mixabin li dijî ewqas hovîtî û qetlîaman mirovahiyê xwe ker kir.“

Di mîtîngê de pankartê li ser “Azadî ji girtiyên siyasî re“ nivîsandî hat vekirin û bêyî navber dirûşmên “Şehîdên Şoreşê nemir in“ û “Azadî ji Girtiyên siyasî re“ hatin berzkirin.