FEDA: Gaxan’a şîma fîraz bo!
FEDA'yê ragihand, "Di destê me hemûyan de ye ku em sala nû veguherînin saleke ku baweriya heqîqet û azadiyê pêk bê" û destnîşan kir ku bi qasê ku xwe bigihînin heqîqetê, emê bikarîn bibin xwediyê jiyaneke rast û watedar.
FEDA'yê ragihand, "Di destê me hemûyan de ye ku em sala nû veguherînin saleke ku baweriya heqîqet û azadiyê pêk bê" û destnîşan kir ku bi qasê ku xwe bigihînin heqîqetê, emê bikarîn bibin xwediyê jiyaneke rast û watedar.
Federasyona Agirê Demokratîk a Ewropayê (FEDA) ji bo sala nû peyamek weşand.
Di peyama FEDA’yê de hat gotin, “Tevî êrîşên aqilê neheq ê cîhanî” jî, gelan hêviya xwe winda nekiriye û da zanîn her ku gelan hêvî kirine ketine nav bêhêvîtiyê û xwest ku sala nû (Gaxan) bibe sedema hêvî û hewldana tevahî hebûnan.
FEDA’yê her wiha bal kişande ser cejna serê salê û diyar kir, “Em di rojên Gaxan de ne ku em xatirê xwe ji sala 2021’ê dixwazin. Rêya Heq /Raa Heqî/ Hakk Yol ku ji bo gelê Elewî cejn e û em di rojên yekemîn ên vê cejnê de ne.
Pêşwazîkirina îro bi evîna Xizir, barkirina hişmendiya Xizir a li her roj û her kêliyê û şînkirina hêviya jiyankirinê ya di her kêliyê de ye.
Ev sal ji bo mirovahiyê dijwartir derbas bû, aqilê neheq ê gerdûnî di bin navê 'pandemiyê' de ji bo ku her cûre êş û azaran bi gelan bide jiyîn berdewam hemû xirabiyên xwe bi kar anî. Tevî vê zilm û êşê jî mirovahiyê hêviya xwe winda nekir…
Li dijî aqilê serweriya Neheq gelên Anatolya û Mezopotamyayê jiyana xwe bi têkoşîna li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê derbas kirin. Cihê ku zilma herî hovane lê hat kirin erdnîgariya Rojhilata Navîn bû. Gelên vê erdnîgariya ku navenda manewî ye, tevî her cûre zilman jî ji bo ku hêviya berxwedana exlaqî û siyasî biparêzin di nava berxwedaneke çandî û exlaqî de bûn. Tevî hemû êrîşên wan ên hovane jî gelan hêviya xwe winda nekir. Wekî ku gelan hêvî dikir, neheq ket nava bêhêvîtiyê...
Lêgerîna gelan a ji bo heqîqet û azadiyê ku bi hezar û yek hêviyê mezinkirinî, bi paş ve gav neavêt û dom kirin. Li Mezopotamyaya ku mirovahî lê geş bû, hêviya bihara gelan her roj zêdetir şîn bû û berdewam kir. Soza ku mirovahiyê li kû derê winda kiriye li wê derê bigere, careke din bûye sembola mirovahiyê. Hêviya Xizir a ku di wê baxçeya xezîneyê de ku baweriya wî ya bi Rêya Heq veşartiye, bigihêje heqîqetê, hê bêhtir mezin û hêviya me şîn kiriye. Li ser me hemûyan e ku em sala 2022’an veguherînin sala ku baweriya heqîqet û azadiyê pêk bê. Mezopotamya ku warê mirovatiyê ye, di heman demê de navenda baweriyê ye. Yekane cihê ku em bi rastî bi koka xwe ya exlaqî, manewî, çandî û olî re bigihîjin hev, li vir veşartî ye. Dema ku em bigihîjin rastiya xwe, em ê bibin xwedî jiyanek rast û watedar.
Bi vê bawerî û vê hewldanê her roj baweriya Xizirbûnê ya hemû mirovahiyê û hemû hebûnê zindî dibe. Dema ku Neheq desthilatdariya xwe didomîne, avakirina meydana Heq weke erka me ya sereke li ser milê me ye. Em di wê baweriyê de ne ku her kes wê bi vê hêvî û vê hewldanê bikeve sala nû. Ew yek di heman demê de bi derxistina dersên rast û watedar ji tiştên ku her sal diqewimin, destpêkekî bi hêvîtir ji sala nû re kirin e. Bi vê baweriyê em sala we hemû Gaxan pîroz dikin û di jiyana we de serkeftinê dixwazin.
Bi vê berpirsiyarî û hêviyê em dixwazin sala nû (Gaxan) bibe sedema hêvî û hewldana hemû hebûnan.
Careke din em dibêjin roja Heq roja Xizir e! Gaxana we bimberek be.
Gaxan’a şîma fîraz bo!
Sersala we bi hêvî be.”