Federasyona Civakên Azad a Mezopotamyayê ya eyaleta NRW a Elmanyayê (FED-MED) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "23 salên derbasbûyî nîşanî me da ku komploger çiqasî xurt, bêrehm û barbar jî bin, eger em li hemberî wan rêxistinî, bi plan û çalakiyan bin, nikarin li hemberî me bi ser bikevin. Weke gelekî ku di bin zexta qirkirinê de ye, ji bilî berxwedan û têkoşînê şensekî me cuda ji bo jiyaneke bi exlaq û bi rûmet nîne. Ya ku me bi rûmet û bi exlaq dike, rastiya me ya têkoşer û berxwedêr e."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo azadiyê divê ew têkoşîna heta niha dimeşînin teqez bi ser bixînin û ev yek jî bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe.
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo meşa 12'ê Sibatê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê hate kirin.