FCK-BW-Bayern ji bo çalakiya 12'ê Sibatê ya li Strasbourgê bang kir

FCK-BW-Bayern, li dijî komploya navneteweyî û komployê bang li Kurdistaniyan kir ku 12'ê Sibatê li Strasbourgê li hev bicivin.

Hevserokên FCK-BW-Bayernê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi komploya li dijî Abdullah Ocalan xwestin ku Kurdan qir bikin û hate gotin, "Rêber Apo û şervanên wî yên azadiyê yên fedaî maske hemû danîn xwarê."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tecrîd û îzolasyona bêdawî 23 sal in dewam dike" û hate destnîşankirin ku divê tecrîd tavilê bê rakirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Rêber Apo bû hêvî û afirînerê nirxên komulan ên demokratîk, wekhev û azadiyê yên li tevahiya cîhanê. Rêber Apo îradeya gelên berxwedêr temsîl dike ku li gel êriş û her cûre zextê tawîzê nadin. Berxwedana Rêber Apo kir ku jin, ciwan, dîrok, her wiha erdnîgarî xwe bi wate û hêja hîs bikin.

Dem hatiye ku komploya navneteweyî ya ku hêzên komploger ên kapîtalîst pêk anîn bê pûçkirin û dawî li dîlgirtina li derveyî mirovahiyê ya 23 sal in li Îmraliyê dewam dike bê anîn. Bi vê têgihiştinê em bang li raya giştî ya demokratîk, dostên xwe û gelê xwe dikin ku 12'ê Sibatê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê beşdarî çalakiya bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re' bibin. Ya ku di şexsê Rêber Apo de dîl hatiye girtin, tê tecrîdkirin; îradeya jiyana azad û mirovahiya bi rûmet e.

Li ser vê bingehê em careke din bang li he kesî dikin ku li Strasbourgê li hev bicivin û bersiva pêwîst bidin hêzên navneteweyî yên komploger."