Hevserokên FCK-BW Bayernê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "9'ê Çileya 2013'an li Parîsê li avahiya Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê, çeteyên MÎT a Tirk a faşîst, bi êrişeke hovane pêşenga tevgera jinê ya Kurd Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez qetil kirin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komkujî ji bo tepisandin û tirsandina jinên Kurd hatiye kirin, lê bi ser neketiye, jinên Kurd, gelê Kurd hîn bêhtir li dijî dijmin çalak bûne.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca bingehîn a dewleta Tirk qirkirina Kurdan e û hate gotin, "Dîktator Erdogan di polîtîkayên êrişê û qirkirinê yên dijî Kurdan de biryarên taybet werdigire û bi cih tîne."
Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku dewleta Fransayê bi hewldana nixumandina komkujiyê hevkariyê ji sûcê komkujiyê re dike û bang li Kurdan, demokratan, sosyalîstan hate kirin ku 8'ê Çileyê saet di 15:00 de li Lautenschlagerstr. li Stûttgartê tevlî meşa navendî bibin.