Faşîzma Erdogan bi projeksiyonê hat teşhîrkirin

Enternasyonalîstên Swêdî, bi kompîzosyonek a ku têkîliyên Serokkomarê Tirk Erdogan ên bi DAÎŞ’ê re nîşa dide û têkoşîna li dijî faşîzmê, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi projektorê teşhîr kir.

Enternasyonalîstên Swêdî, li paytexta Swêd Stockholmê li qada spor û keyxweşiyê ya Grona Lûndê, bal kişand ser sûcên şer ên dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne. Di çalakiyê de fîgurê ku hevkariya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a bi DAÎŞ’ê re sembolîze dike, hat karanîn; têkoşîna li dijî faşîzmê jî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat nîşandan.

Aktîvîstan bi hashtaga “Em hemû sûcên we dibînin”, “Em faşîzma Tirk têk bibin“ û “Jin jiyan azadî”, li ser medyaya dîjîtal daxuyanî dan û destnîşan kirin ku rejîma Erdogan a faşîst kampanyaya qirkirina Kurdan bi lez kiriye, çekên kîmyewî jî di nav de her cûre çek bi kar tîne, OPCW li hemberî vê yekê bêdeng dimîne, ji ber ku eger rastî derkevin holê wê sûcên cudatir jî ronî bibin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hikûmeta Swêd jî li hemberî van sûcan çavê xwe digire, heta ku ji bo razîkirina dewleta Tirk Kurdan radestî dewleta Tirk dike, li beramber endamtiya NATO’yê firotina çekan ji Tirkiyeyê re bilez kiriye û bûye hevkarê sûcê şer.

Di dawiya daxuyaniyê de, banga tevlêbûna meşa ku wê roja 21’ê Çileyê li Stockholmê bê lidarxistin, hat kirin.