Faşîstan êrişî NCDK ya Drancy kirin: Birîndar hene
Tirkên faşîst êrişê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya li Drancy kirin. 3 Kurd û gelek faşîst birîndar bûn. Bang li Kurdistaniyan hat kirin ku bên ber deriyê komeleyê.
Tirkên faşîst êrişê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya li Drancy kirin. 3 Kurd û gelek faşîst birîndar bûn. Bang li Kurdistaniyan hat kirin ku bên ber deriyê komeleyê.
NCDK ya li Drancy li paytexta Fransa Parîsê rastî êrîşa Tirkên faşîst hat. Di êrîşa ku saet 13:00’an pêk hat de, li hemberî faşîstên ku xwestin bi alayên Tirk bikevin hundirê komeleyê, demildest bersiv hat dayîn û ketina nava komeleyê hate astengkirin. Di heman demê de bi sedan Kurdistanî li ber komeleyê kom bûn û faşîst neçar man birevin. Polîsan jî bi gazê êrîşî Kurdistaniyên hatibûn kir.
Di êrîşê de 3 Kurd û gelek faşîst birîndar bûn.
Kurdistaniyên bi dirûşmeyan êrîşê şermezar dikin, heta niha jî li cihê êrişê ne.
Hevserokê CDK-F Necmettîn Demîralp û endamê Dîvana CDK-F Mûrat Ceylan hemû gelê welatparêz vexwendin ber Komeleya Drancy.