Ewropa saheya xwe ya hewayî ji balafirên Rûs re digire

Piştî tevgera leşkerî ya Rusyayê ya li dijî Ûkraynayê welatên Ewropî dest bi girtina saheya xwe ya hewayî ji balafirên Rûs kirin.

Elmanya, Belçîka, Luksembûrg û Îtalya biryara girtina saheyên xwe yên hewayî ji şîrketên hewayî yên Rûs re girtin.

Fransayê diyar kir ku wan weke “prensîb” lêkolîn kirine encax daxwaza “koorînsayoneke Ewropayî” kir.

Rêveberiya Berlînê ragihand ku biryara wan ya girtina saheya hewayî 3 mehan derbasdar e û firînên muhtemel ên ji bo alîkariyên mirovî wê li xwe negire.

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Cro jî da zanîn, “Belçîkayê biryara girtina rêyên hewayî ji hemû şîrketên Rûsî re girtiye. Li Ewropayê mafên hewayî ji yên bi hevdu re girêdide re vekiriye, ne ji bo yên hovane êriş dikin.”

Lukesmbûrg ku platformeke girîng di balafirên kargo û yên barhilgir ji bo Ewropayê ye jî ji bo girtina saheya xwe ya hewayî danezanên pêwîst amade kiriye.

Rûsya jî weke bersiv, saheya xwe ya hewayî firînên transît jî di nav de ji bo hemû firînên girêdayî welatên Ewropî girt.