Enternasyonalîst ji Frankfûrtê heta bi Strasbûrgê dimeşin

Di 23’mîn salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin de meşa ku ji bo şermezarkirina komployê ji Frankfûrtê ber bi Strasboûrgê hatî destpêkirin didome.

Meşa ku di 5'ê Çileyê de li Frankfûrtê destpê kir, tevî şert û mercên hewayê û qedexeya li hemberî alên sembolên Kurdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji aliyê polîsên Elman, bi coşeke mezin dewam kir.

Polîsên ku wêneyên Abdullah Ocalan ên li ser êlekên meşvanan li xwe kiribûn jî tehamul nekiribûn, meş rawestandin û hewl dan wêneyan veşêrin. Çalakgeran nerazîbûn nîşan dan.

Enternasyonalîst êvara roja yekem a meşê li Navenda Çanda Demokratîk a Darmstadtê li hev civiyan û bi lidarxistina civîna xwe ya yekemîn roja çalakiyê nirxandin.

Ji bo meş bi tendirustî birêve biçe 8 komun hatin avakirin. Ji bo her komunê berdevkek hat hilbijartin. Her êvar wê komun kom bibin û pirsgirêk û kêmasiyên di meşê de derketine holê nîqaş bikin û hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin.

Di roja duyemîn a meşê de hejmara berxwedêran zêde bû. Bi vî awayî hejmara enternasyonalîstên ji Katalonya, Welatê Bask, Fransa, Swîsre, Belçîka, Spanya, Almanya, Skoçya, Îngilîstan, Morako, Danîmarka, Brezîlya, Meksîka, Kolombiya, Ekvador, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Hollanda, Çîn, Îrlanda û Ermenistanê gihîşt 150 kesan.

Çalakger ber bi bajarê Bensheîmê ve meşiyan. Çalakgerên ku li bendê ne ku piştî 22 kîlometre rê bigihêjin Bensheîmê, piştî şeva xwe li vir derbas kirin wê ber bi bajarê Weînheîmê ya Manhemîn ve bi rê bikevin.

 

Qonaxên pêş ên meşê wiha ne:

8’ê Sibatê (Sêşem): Ji bo Weinheim-Mannheim, Berîvan û Ronahî çalakiya bîranînê.

9’ê Sibatê (Çarşem): Lûdwîgshafen-Bad Durkheîm

10’ê Sibatê (Pêncşem): Hombûrg-Saarbrûcken

11’ê Sibatê (În): Saarbrûcken, êvarê konser heye.

12'ê Sibatê (Şemî): Strasboûrg, ku wê meşa navendî lê bê lidarxistin.