Enternasyonalîst ber bi Strasboûrgê ve dimeşin
Ji bo protestokirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan enternasyonalîstan ji Frankfûrtê ber bi Strasboûrgê meşek dabûn destpêkirin. Meş di roja pêncan de didome.
Ji bo protestokirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan enternasyonalîstan ji Frankfûrtê ber bi Strasboûrgê meşek dabûn destpêkirin. Meş di roja pêncan de didome.
Enternasyonalîst gihiştin bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê û li vê derê li ser komployê panelek li dar xistin.
Enternasyonalîst saet di 11.00’an de li Lannwehrplatzê kom bûn û di nava bajêr de sê saetan meşiyan.
Di meşê de polîsan destûr nedan posterê Abdullah Ocalan. Enternasyonalîst diyar kirin ku li eyaletên Hessen û Baden Wurtertenbergê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qedexe ye û li hinek cihan jî serbest e û ev qedexe jî bêwate ye.
Enternasyonalîst wê piştî meşê mîtîngê li dar bixînin û wê piştre bi wesayîtên komî biçin Strasboûrgê.