Endamên TEV-ÇAND’ê Nobeta Azadiyê dewr girt
Hefteya 568’emîn a Nobeta Azadiyê, endamên TEV-ÇAND’ê bûn nobedar. Hozan Şemdîn ku li ser navê nobedaran axivî, got: “Ta ku Rêber Apo azad bibe, wê ev nobet berdewam be.”
Hefteya 568’emîn a Nobeta Azadiyê, endamên TEV-ÇAND’ê bûn nobedar. Hozan Şemdîn ku li ser navê nobedaran axivî, got: “Ta ku Rêber Apo azad bibe, wê ev nobet berdewam be.”
Nobeta Azadiyê ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda giran ji ser, 25’ê Hezîrana sala 2012’an ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, 568 hefte ne ku berdewam e.
Kurd û dostên xwe yên li Ewropayê, her hefte bi dorê nobetê digirin. Vê hefteyê endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropayê (TEV-ÇAND), bûn nobedar.
Hozan Şemdîn, Dawud Kobanê, Serhat Amed û Rêzan Mahîr di nav koma nobedar a vê hefteyê de ne.
Hozan Şemdîn ku li ser navê komê axivî, diyar kir ku vê hefteyê ew bûne nobedarên Nobeta Azadiyê ku 11 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Navneteweyî û Komîteya Girtina Rê Li Ber Êşkenceyê, tê girtin û wiha got: “Ji bo ev sazî bi rolê xwe rabibin, Rêberê Gelê Kurd azad bibe, em tim li vir nobetê digirin. Ta ku Rêber Apo azad bibe, wê ev nobet berdewam be.”