Endamên PE: Êrîşên dewleta Tirk divê demildest bê rawestandin
Di rûniştina li Parlamentoya Ewropayê de gelek parlamenter û serokên koman xwestin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker demildest bên rawestandin.
Di rûniştina li Parlamentoya Ewropayê de gelek parlamenter û serokên koman xwestin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker demildest bên rawestandin.
Duh êvarê li Parlamentoya Ewropayê ya Strasboûrgê bi sernavê “Êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê” rûniştinek hat lidarxistin. 18 parlamenter û serokên koman di rûniştinê de axivîn.
Parlementer di axaftinan de bang kirin ku bila êrîên dewleta Tirk ên li dijî Rojava were sekinandin. Her wiha parlementeran diyar kirin ku divê bikaranîna çekên kîmyewî bên lêkolîn kirin.
Axaftinên di rûniştinê de wiha ne:
François Alfonsi (Greens/EFA-Fransa): Brêz Borell li ku ye. Erdogan dixwaze herêmê dagir bike. Hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Sivîl tên qetilkirin, Kurd di wir de demokrasiya rast didin jiyîn. Ev êrîş ji bo vê sîstemê û cîhanê metirsî ye.
Ozlem Demîrel (GUE/NGL-Almanya): Li Almanyayê strana Noelê heye û zarok her sal vê stranê dibêjin, lê zarokên li Sûriye û Rojava binerin, ji ber ku desthilatdariya Erdogan êrîşî Kurdan dike ev zarok her roj bi xemgînî şiyar dibin. Erdogan dixwaze van êrîşan ji bejahiyê jî bike, ev nayê qebûlkirin. Em li hemberî vê yekê bi tundî radibin. Divê YE li hemberî vê derbikeve. Brêz Borell tevlî vê rûniştinê nebû, divê li vir bûya ev yek bi temamî nayê qebûlkirin.
Marîa Isabel Coelho Santos (Partiya Sosyalîst-Portekîz): Mafê Erdogan tune ku terorîzmê bikar bîne. Ev yek hincet e, ji bo di hilbijartinan de bi ser bikeve êrîşî Kurdan dike. Bi vê hincetê re êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistana Iraqê dike. Em berpirsyar in ku êdî mirovên li wir bi van êrîşan re rû bi rû nemîne. Divê hemû welatên endam li hemberî van êrîşan rabe.
Katrin Langensiepen (Green/Elmanya): Kurdan li dijî terorê şer kirin, niha ew herêm di bin metirsiyê de ye. Ev yek tê wateya ku em di metirsiyê de ne.Erdogan divê demildest êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bike. Herêm êdî ne ewle ye û eger Sûriye ne ewle be em jî ne di ewlehiyê de ne.
Antoni Comin i Oliveres (Parlementerê Serbixwe-Katalonya): Tirkiye hat YE û diyar kir ku ew dixwaze di navbera Ukranya û Rûsyayê de bibe navbeynkar, lê mixabin em dibînin Tirkiye ji bo ewlehiya YE bûye metirsî. Em êrîşên hewayî ya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Kurdistana Iraqê dibînin. Li Kobanê nexweşxaneya zarokan hat bombekirin. Pirsgirêkên me yên mezin bi Tirkiyeyê re hene. Divê em bizanin ku di nava YE’ê de kî Tirkiyeyê diparêze. Ji ber çi îro birêz Borell îro ne li vir e.
Domènec Ruiz Devesa (Tîfaqa Sosyalîst û Demokratan / S&D-Îspanya): Ev ne cara yekem e ku Tirkiye êrîşî gelên herêmê dike û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Pêwîst e em hewl bidin ku bikaranîn çekên kîmyewî ya dewleta Tirk bên lêkolînkirin. Ji ber ku ev çek di hiqûqa navneteweyî de hatine qedexekirin.
Evîn Încîr (S&D-Swêd): Bê ku ji bo her tiştê dereng be, divê demildest qada hewayî ya Rojava bê girtin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bi dawî bibe.
Andreas Schieder (Partiya Sosyalîs a Ewropayê - Avûstûrya): Divê em demildest ji bo rawestandina êrîşên Tirkiye bikevin tevgerê. Pêwîst e qada hewayî bê girtin û ji bo bidawîkirina van êrîşan rûniştinek bê lidarxistin û biryarek bê dayîn.