Endamê SADAT’ê ku li Parîsê êrîş bir ser komeleya Kurdan, hat destgîrkirin

Endameê SADAT’ê ku pêkhateyeke paramîlîter a girêdayî AKP’ê ye, li Parîsa paytexta Fransayê ye, hat destgîrkirin.

Li gor agahiya rojnamevan Gaûllaûme Perrîer ê Fransî ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir, kesekê xwe wek leşkerê pereyî yê SADAT’ê yê berê daye naskirin, li Parîsê hatiye destgîrkirin.

Ew kesê xwe wek leşkerê pereyî yê SADAT’ê daye naskirin, 3’yê Adarê êrîş bir ser Navenda Civaka Kurd a li Parîsê.

pEv êrîş, piştî êrîşa 23’yê Çileyê ku sê Kurd hatin qetilkirin, çêbû.