‘Em ê li dijî Komploya Navneteweyî têkoşînê geş bikin’
Di çalakiya protestoyî de dawaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û hat gotin ku heta şkandina tecrîda Îmraliyê, wê têkoşîn bê geşkirin.
Di çalakiya protestoyî de dawaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û hat gotin ku heta şkandina tecrîda Îmraliyê, wê têkoşîn bê geşkirin.
Li paytexta Fransa Parîsê, Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî, hat protestokirin.
Girseya ku di saet 14.00’an de li Qada Repûblîqûeyê hat ba hev, ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girt.
Di çalakiyê de flamayên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd li ser bûn û pankartên “Azadî ji bo Abdullah Ocalan”, “Ji bo Abdullah Ocalan bikeve tevgerê” û “Bimire Komploya 15’ê Sibatê” hatin hildan û bê navber dirûşmeya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan” hat berzkirin.
Hevserokê Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya Azad Dogan li vir axivî û wiha got: “Ev 22 meh in ji Rêber Apo yê ku ji 15’ê Sibatê 1999’an û vir ve li Îmraliyê girtî ye, agahî nayê girtin. CPT jî têkildarî ku çima hevîdîtin bi Rêber Apo re nekirine, bersivek nedaye. Divê demildest tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û mafên wî yên hevdîtina bi malbat û parêzeran re, bê dayîn. Gelê Kurd heta şkandina tecrîda Îmraliyê, biryara geşkirina têkoşînê daye. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû Kurdistanî û dostên xwe yên bi rûmet dikin ku li dijî tecrîda Îmraliyê, deng derxînin.”