'Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin'
Li Konferansa Demokrasî û Azadiyê ya li Berlînê hate gotin, ''Em derfetên jiyaneke nû datînni. Her kes li dijî dîktatoryayê wê xala hevpar derxîne pêş û faşîzmê hilweşîne.''
Li Konferansa Demokrasî û Azadiyê ya li Berlînê hate gotin, ''Em derfetên jiyaneke nû datînni. Her kes li dijî dîktatoryayê wê xala hevpar derxîne pêş û faşîzmê hilweşîne.''
Konferansa Demokrasiyê û Azadiyê'' ya li Berlînê ku 2 rojan wê bideme bi axaftina Prof.Dr. Neşe Ozgen û Nûçegihan Hayka Bagdat dest pê kir.
Ozgen got, ''Paşeroj em in, li vê hêwanê em bi hemû bi hev re, em Kurd, Ermen, Sûryan, Elewî, Laz, bi hemû cihêtiya çandî û nasnameyê li vir in. Em ê paşeroja xwe ava bikin.''
Komîteya Amadekar derheqê konferansê got, ''Hemû nasname û komên baweriyê û yên ku temsîla wijdanî dikin, ku li Tirkiyê, Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê mexdûrê pergalê ne, li vê derê ne. Her kes li vir li dijî dîktatoriyê cihêrengiya xwe diparêze, xalên hevpar derdixîne pêş û bi vê têkoşînê wê faşîzm were hilweşandin. Ya girîng ev e ku ev hevkarî piştî Konferaansê li ser zemîna pratîk were berbiçavkirin.''
Di konferansê de Dr. Latîfe Akyuz moderastorî kir. Prof. Bas Oran, Prof. Cengîz Aktar, Serokê Rûmetê yê AABK'ê Turgut Oker, Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkç, Hevserokê OHD'ê Bunyamîn Şeker, ji Kampanyaya Peymana Stenbolê Kubra Derîn û Parezvanê Mafê Mirovan Yîgît Aksakgol di roja pêşî ya konferansê de li ser mijaar ''Tespîta Ziyanê'' axivîn.