‘Em ê bi berxwedanê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê pûç bikin‘
Di çalakiya îro li ber Avahiya Neteweyên Yekbûyî hat lidarxistin de, wiha hat gotin: “Em ê bi berxwedana xwe tecrîd û êrîşên dagirkeriyê pûç bikin.“
Di çalakiya îro li ber Avahiya Neteweyên Yekbûyî hat lidarxistin de, wiha hat gotin: “Em ê bi berxwedana xwe tecrîd û êrîşên dagirkeriyê pûç bikin.“
Kurdistanî, di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye“ de ji 25’ê Çileyê sala 2021’ê heta bi niha ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja Çarşemê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Çalakî vê hefteyê jî dewam kir.
Çalakî, li Place des Nations ku Ofîsa NY’yê bi rêzgirtina ji bo bibîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Hevserê CDK ya Cenevreyê Erdal Atasoy di çalakiyê de axivî. Atasoy wiha got: “Hêzên dixwazin komploya navneteweyî bi encam bikin, tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me nabînin, dengê xwe ji êrîşên qirkirinê yên bi ser Kurdan re nakin. Hêzên navneteweyî tenduristî û ewlehiya Rêbertiya me li dijî pêşeroja Kurd û Kurdistanê wek navgînekê ji bo xwarina gefan bi kar tînin. Em ê vê bi berxwedana xwe pûç bikin.“
Di çalakiyê de, banga tevlêbûna çalakiya girseyî ku wê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) 17’ê Kanûnê roja Şemiyê li Baselê bê lidarxistin, kir.
Piştî axavtinan, Kurdistaniyan pişta xwe da avahiya NY’yê û bi berzkirina dirûşma “Dem dema azadiyê ye“ dest bi çalakiya rûniştinê kir.