Em bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' li ber xwe bidin!

Jinên ji 4 parçeyên Kurdistanê ku di 21’emîn Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de diyar kirin ku bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" şoreşa jinê heye û bang li hemû gelê Kurd kirin ku xwedî li vê yekê derkevin.

Di axaftinên di kongreya 21’emîn a KNK’ê de nûnerên partî û saziyên Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeriyê banga yekîtiyê kirin. Jinên Kurd di kongreyê de bang li her kesî kirin ku li dora şoreşa bi pêşengiya jinan kom bibin.

Li ser navê PYD’ê Asya Abdullah, li ser navê Tevgera Jinên Kurd Selma Irmak, Nûnera YNK’ê, helbestvan û nivîskar Dîmen Sohrabî û Hevseroka Tevgera Azadî ya Başûrê Kurdistanê Tara Husen di kongreyê de axivîn.Jinan diyar kirin ku êrîşên li ser gelê Kurd di asta herî jor de tê jiyîn û gotin “Bi pêşengiya jinên Kurd berxwedanek heye.”

Jinan bang li tevahiya civakê kirin ku li dora dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li ber xwe bidin.