Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku dema dawî li mizgeft û komeleyên li Elmanyayê karê hilbijartinê dike, dawiya dawî ji aliyê desthilatdariya Berlînê ve hate hişyarkirin. Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê nerazîbûneke tund nîşanî civîn û gotinên Wekîlê AKP'ê yê Nevşehîrê Mûstafa Açikgoz da ku li bajarê Neussê li mizgeftekê bi alîgirên xwe re civîn çêkir.
Di daxuyaniyê de ku li ser hesabê medya dîjîtal ê wezaretê hate weşandin, hate ragihandin ku ji wezaretê bang li Sefaretxaneya Bilind a Tirk hatiye kirin û ji bo bûyereke mîna ya li Neussê dubare nebe hişyarî ji Enqereyê re hatiye dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin, hişyarî ji Sefaretxaneya Bilind a Tirk re hatiye dayin ku siyasetmedarên Tirk tenê bi destûra Wezareta Karên Derve karin li Elmanyayê karê hilbijartinê bikin û hate destnîşankirin ku ev rewş bi rengekî şênber hatiye destnîşankirin.
Di daxuyaniya wezaretê de desthilatdariya AKP-MHP'ê bi van gotinan hate hişyarkirin: "Dîmenên mîna yên parlamenterekî Tirk li Neussê kir, divê dubare nebe. Li Elmanyayê cihê gotinên nefret û sorkirinê nîne. Me bi rengekî şênber ji wan re ragihand ku çalakiyên ji bo kampanya hilbijartinê ya li derveyî welat divê berê ji aliyê me ve bê qebûlkirin. Eger nûnerên Tirk li gorî pîvanên lîstikê tevnegerin, hingî divê em encamên vê binirxînin."
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Wekîlê AKP'ê yê Nevşehîrê Mûstafa Açikgoz di 13'ê Çileya 2023'an de li mizgefteke li bajarê Neussê ku komên faşîst ên Tirk lê bûn, bi gotinên nefretê êrîş biribû ser Kurdan û muxalîfên rejîma Erdogan. Di dîmen de ku li medya dîjîtal hate weşandin, Açikgoz bi gotina 'Em ê nehêlin ku ew li Elmanyayê bijîn" gef li Kurdan û muxalîfên li Elmanyayê xwaribû.
Rêveberiya Berlînê sala 2017'an di dema referandûmê de ji bo pêşî li kampanya hilbijartinê ya rejîma Erdogan a li Elmanyayê bigire, bi navê "Partiyên biyanî nabe li welatê me karê hilbijartinê bikin" qanûneke taybet derxistibû. Piştî Elmanyayê li welatên din ên Ewropayê jî qanûnên bi heman rengî hatibûn amadekirin.