Bi sedan Kurdistaniyên welatparêz tevlî civîna gel a li Cemevî ya Bremenê bûn. Civînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê endama Komîteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed mafê axaftinê girt û diyar kir ku wê ji Rojava silav anîne û behsa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kir.
DEWLETA TIRK DIJMINÊ HEMÛ DESTKEFTIYÊN KURDAN YE
Îlham Ehmed got, “Dewleta Tirk dijminê hemû destkeftiyên Kurdan e. Li ku derê deskeftiyên Kurdan hebin, dewleta Tirk hewl dide wê derê bifetisîne, bêîstîqrar bike û tine bike. Em vê di êrîşên îro yên li Rojava de jî dibînin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li Başûr, li Şengalê jî ev yek heye. Dewleta Tirk vê hefteyê 3 şervanên me yên jin qetil kirin. Êrîşî malên sivîlan, xelkên sivîl kir.”
Îlham Ehmed da zanîn tevî ku ev êrîş ku bi peymanên bi hêzên navneteweyî re hatine qedexekirin, lê dewleta Tirk êrîşên xwe didomîne û bertek nîşanî dewletên garantor da ku dema di 22'ê Nîsanê de Kobanê hat bombekirin wana “çavê xwe girtin”.
DEWLETA TIRK HER FIRSENDÊ JI BO ÊRÎŞAN BIKAR TÎNE
Îlham Ehmed axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk hemû derfet û nakokiyan bi kar tîne û êrîşî me dike. Di navbera DYE û Rûsyayê de valahiyek dibîne û êrîş dike. Bi sûdwergirtina ji rojeva ku bi şerê Ukraynayê derketiye pêş sûdê digire û êrîş dike. Tu firsendê ji dest nade. Di vê mijarê de helwesta dewletên ku bi fermî li Sûriyê ne jî wê xurt dikin û diparêzin. Dewlet di mijara berjewendiyan de piştgirî didin hevûdu û çavên xwe digirin. Em vê yek qebûl nakin.”
Îlham Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi konsepta şer hebûna xwe didomîne û wiha dewam kir:
“Yên ku îro PKK û YPG’ê qaşo wek dijminê dewleta Tirk in nîşan didin, dijminên xwe nas nekirine. Di aliyê siyasî ve siyaseteke rizî diparêzin. Dewleta Tirk bi qasî ku dijminê Kobanê ye, ewqasî dijminê Hewlêrê ye jî. Bi qasî ku dijminê Qendîlê ye ewqasê dijminê Silêmaniyê ye. Bila kes xwe bi van nexapîne, her kes rastiyê dibîne.”
HIKÛMETA ŞAMÊ BI HAKAN FÎDAN RE HEVDÎTINÊ DIKE
Îlham Ehmed got ku hikûmeta Şamê jî çareseriya dawî ya şer naxwaze û wiha pêde çû:
“Rejîm nêzî çareseriyê nabe. Rejîm dixweze ku çareseriya Kurdan di nava zihniyeta xwe ya tekperest de bihelîne. Ji bo vê yekê her tiştî pak dibîne. Bi îstîxbarata Tirk re hevkariyê dike. Bi (Musteşarê MÎT) Hakan Fîdan re hevdîtinan dike. Carekê li Rûsyayê û carekê jî li Iraqê hevdîtin pêk anîn û hevdîtinên xwe berdewam dikin. Peymana Edeneyê ji dijminatiya Kurdan re kirine mertal. Bi dewleta Tirk a ku Sûriye kişandiye nava şer, veguherandiye dojehê, hêzeke weke DAÎŞ’ê xwedî dike û niha jî bi dewleta Tirk a ku axa wê dagir kiriye re bûye yek û li dijî Kurdan planên veşartî çêdikin. Haya me ji van hemûyan heye.”
Îlham Ehmed da zanîn ku bi taybet li ser hesabên medyaya dîjîtal hewl tê dayin ku rêveberiya xweser bê reşkirin û bal kişande ser van tiştan: “Mîna ku Rêveberiya Xweser tiştekî nake, her tiştî xirab dike, bi ferasetekî ku xwîna şehîdan îstîsmar dike tevdigere; ev şîroweyên berhemekî yê şerê çewt û taybet e. Divê gelê me neyê lîstika wan. Divê her kes têkoşîna xwe li ku ye rast vebêje û rast li wê xwedî derkeve. Bi taybet gelê me yê Rojava, yên ku me nas dikin bila neyên van lîstikan.”
‘EM Ê EFRÎNÊ VEGERÎNIN’
Îlham Ehmed di beşa din a axaftina xwe de ji bo Efrîna ku ji sala 2018'an û vir ve ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin got, “Efrîn xeta me ya sor e” û diyar kir ku ji bo Efrînê çi pêwîst bike wê bikin.
Îlham Ehmed wiha axaftina xwe domand: “Efrîn mijara me ya herî zêde hesas e. Di vê derbarê de îro gelek pirs ji me re hatin. Divê hemû gelê me bizane ku çi dibe bila bibe em ê Efrînê paşde vegerînin. Gelê me wê vegere Efrînê. Em ji bo vê yekê danûstandinan dikin. Ger ev nebin jî planên me hene ku bi şer Efrînê bigirin.”
Îlham Ehmed bang li gelê Kurd kir ku li her qadê têkoşîneke bi bandor û rêxistinkirî birêve bibin û di dawiya axaftina xwe de got, “Pêşerojek azad li benda me ye.”