Ehmed: Înkarkirina Kurdan krîza Sûriyeyê kûrtir dike

Hevseroka MSD’ê Ehmed a li konferansa Meclîsa Elman a Federal nerazîbûn nîşanî gotinên Esad da got: “Înkarkirina Kurdan krîza Sûriyeyê kûrtir dike. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar jî daxwaz kir ku êdî koçber weke şantaj neyên bikaranîn.

Meclîsa Federal a Elman bi pêşengiya Partiya Çep û Weqfa Rosa Luksembûrgê mêvandarî ji konferansekê re kir û navê "Perspektîf û firsendên rojane ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn" lê hate kirin, piştî nîvro bi panel û nirxadinan dewam kir. Di konferansê de ku beşdariyeke zêde ya nûnerên Başûr û Rojava kiribûn, di çarçoveyên bûyerên demên dawî rû dayîn di mijara bê ka wê pirsa Kurd çawa çareser bibe nirxandin kirin.

Di beşa piştî nîvro ya konfernasê de panelek bi sernavê ‘Rêveberiya Xweser a di bin xeteriyê de û di nava restorasyona rejîma Esad de Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê’ pêk hat. Panela ku ji Rojnameuya TAZ Ronya Othmann moderatoriya wê kir Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokartîk (MSD) Îlhan Ehmed û ji Medîco Înternatîonal a desteya alîkariyê ya navneteweyî Anîta Storosta axivîn. Starosta rewşa krîzên mirovî ya ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê nirxand û Ehmed jî bûyerên dawî yên li herêmê nirxand.

Ehmed bibîr xist ku rewşa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ne ji rewşa Kurdên din ên li parçeyên Kurdistanê cihê ye û got: “Gelê me yê li vir jî bi salan e rû bi rûyê polîtîkayên helandin û mêtingeriyê ne.” Ehemd destnîşan kir ku Kurdan bi derfetên pir zehemt rêveberiya xweser avakirine.

Suriye devlet başkanı Beşar Esat’ın “Ülkemizde Kürt sorunu yoktur” açıklamasına da yanıt veren Ehmed “Bu ifadeler de Kürtlere yönelik devam eden soykırım ve inkar siyasetinin parçasıdır. Bu durum Suriye krizini daha derinleştiriyor. Bu yaklaşımı Girê Spî ve Serêkaniyê’deki işgalden farklı ele alamayız” diye konuştu.

Ehmed bersiva daxuyaniyên Beşar Esad a ‘li welatê me pirsa Kurd nîne’ jî da û got: “Ev gotin tê wateya parçeyek ji siyaseta qirker û înkarê ya li dijî gelê Kurd dewam dike. Ev rewş krîza li Sûriyeyê hê kûrtir dike. Ev nêzîkatî em nikarin ji dagirkeriya li Girê Spî û Serêkaniyê cuda bigirin dest.”

Hevseroka MSD’ê Îlhan Emed diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de 15 hezar şehîd, 25 hezar birîndar dane û got: “Dewleta Tirk ne tenê ziyanê dide mirovan heman demê ziyanê dide xweza û derdorê jî. Dem hatiye ku êdî Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê nasîn. Lê em dibînin em beramberî rewşekî dijberî vê ne. Bê şik çi çareserî û aştiya li Tirkiyeyê ji bo Kurdan pê bê wê bandora xwe li Rojavayê Kurdistanê jî bike.”

 Ehmed bal kişand ser xebatên yekîtiyê yên di nava partî û rêxistinên Kurdî de û wiha pêde çû: “Hêvî dikim di demek kin de gavên berbiçav bên avêtin û yekîtî hê bi hêztir bibe.” Ehmed diyar kir ku Elmanya dikare di çareseriya pirsa Kurd de sûdên baş bide û got: “Elmanya ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re pir bi cesaret gav navêje. Lê bila ji bîr nekin wê bi Tirkiyeyek demokratîk re bi ewle bin an jî bi dewletek îslamî ya redîlal re? Bendewariya me ya ji Elmanya ne tenê di warê koçberan de bibe alîkar, heman demê di warê binesaziyê de jî alîkariyê bike.”

Ehmed bi domdarî got: “Dewleta Tirk li herêmên dagir kirî ji sedî 80 demografiya wê daye guhertin. Li herêmê ji sedî derdorî 20’ê xwecihiyên berê mane. Mixabin ev paqijiya etnîkî li ber çavê hemû dinê pêk tê.”

Ehmed bal kişand ser rewşa çeteyên DAÎŞ’ê yên li kampan û ev nirxandin kir: “Li kampên malbatên çeteyên DAÎŞ’ê lê ne, zarok bi perwerdehiya vê rêxistinê mezin dibin. Em dibîni DAÎŞ li nava kampan ji nû ve xwe rêxistin dike. Çeteyên di destê me de li dijî mirovahî û jinan sûcên mezin kirine, divê ev bên darezandin û cezakirin.” Ehmed li ser rewşa koçberên ji Idlibê ji ber şer reviyan jî got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo her cûre alîkariyê amade ye.

Di saetên piştî nîvroyê de panela bi sernavê ‘Hewldana Serxwebûnê ya Bi Ser Neketî û Di Nava Otonaomiya Herêmî De Başûrê Kurdistanê’ pêk hat. Serokwekîlê Meclîsa Herêma Kurdistanê Hemîn Hewramî  û Dîrektorê Wexfa Zanist û Polîtîkayê Prof. Dr. Volker Perthes axivîn. Her duyan jî di çarçoveya bûyerên dema referandûma li Başûrê Kurdistanê de bal kişandin ku Kurd li herêmê hevalên herî bi ewle ne. Di dema Hawramî diaxivî de komek aktivîst wêneyên 8 rojanamevanên ku li Başûrê Kurdistanê hatibûn qetilkirin hildan û PDK protesto kirin.

Di rûniştina dawî ya konferansê de jî panela bi sernavê ‘Di nava têkoşîna aştî û demokrasiyê de Tirkiyeya Erdogan’ pêk hat. Di vê rûniştinê de jî Parlementerê CHP’ê Dr. Sezgîn Tanrikûlû û parlementerê berê yê HDP’ê Ahmed Yildirim û Dr. Dîlek Kûrban di çarçoveya çareriya pirsa Kurd û demokratîkbûna wê nirxandin kirin.

Di vê rûniştinê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Prof. Dr. Mîthat Sancar axaftinek kir. Sancar bûyerên li herêmê û Tirkiyeyê nirxand. Sancar got: “Pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Sûriyeyê  bi vekirî li ber çavê me ye. Ji bo aştiyek di nava gelên Sûriyeyê de pêk bê, tişta ji destê me bê em amade ne.”

Sancar diyar kir ku weke HDP ji xebatên yekîtiyê yên nava Kurdan girîng dibînin û got: “Divê di nava Kurdan de têkilî bi awayekî hevseng bidome, divê mekanîzmayên ku pirsgirêkên nava xwe çareser bike ava bikin. Li Tirkiyeyê hemû pirsgirêk bi bernameyeke demokraasî ya berfireh tê çareserkirin. Heta pirs Kurd çareser nebe, demokrasî pêk nayê, demokasî jî nebe, pirsa Kurd jî çareser nabe.”

Sancar anî ziman ku hêzên ku Kurdan înkar dikin di nava koalîsyona rejîam yek kesî ya li Tirkiyeyê de cih digire û ev got: “Em li dijî vê rejîmê her rêya rewa bikar bînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo hilbijartina li pêşiya em, ji bo hilweşandina vê rejîmê em ê îtifaqa demokratîk a herî berfireh pêk bînin.

Sancar bal kişand ser mijara têkiliyên di navbera Elmanya û rejîma Erdogan de û ev nirxandin kir: “Me ji bo wan gotibû ku bi desteka hûn didin wê şer hê zêdetir gur bibe, hê zêdetir koçber bibin. Rewaş niha em lê me bi maf derdixe. Divê êdî Ewropa siyaseta li ser koçberan neke, hemû daxwazên koçberan li cihên lê ne mercên jiyanê ji bo wan bidin avakirin. Em dixwazin mirovbûna xwe bidomînin, divê em hew koçberan weke şantaj bikar bînin.”