Li Senatoya DYE’yê rûniştina li ser Sûriyeyê: Hişyariya qirkirinê ya li dijî Kurdan
Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya DYE’yê di rûniştina fermî ya li ser pêşeroja Sûriyeyê de hişyarî da binpêkirinên din ên li dijî Kurdan û pêkhateyên din.
Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya DYE’yê di rûniştina fermî ya li ser pêşeroja Sûriyeyê de hişyarî da binpêkirinên din ên li dijî Kurdan û pêkhateyên din.
Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya DYE’yê rûniştineke fermî û vekirî li ser pêşeroja Sûriyeyê û siyaseta DYE’yê piştî hilweşandina Beşar Esed li dar xist.
Di rûniştinê de, Seroka berê ya Komîteya Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenza hişyarî da, eger di 4 salên bê de tu guhertinek bingehîn di siyaseta desthilatên nû yên Sûriyeyê de çênebin, wê komkujiyên nû pêk bên.
Nadine Maenza di îfadeya xwe ya li Kongreya Amerîkayê de hişyariyek tund da û got "delîlên tirsnak" ên qetilkirin û îşkencekirina şervanên Kurd bi destê hêzên di vê dawiyê de tev li sazûmaniya ewlehiya fermî ya Sûriyeyê bûn, hene.
Nadine Maenza daxwaz kir ku "Qanûna Rizgarkirina Kurdan" were qebûlkirin. Nadine ragihand ku her têkilî yan normalîzekirina têkiliyên Amerîkayê bi Şamê re divê bi garantiyên parastina deverên ku piraniya wan Kurd lê ne ve girêdayî be. Her wiha hişyarî da ku modela piralî ya ku ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hatiye avakirin di bin gefê de ye, ji ber ku endamên "Îslamîst" di nav saziyên dewleta Sûriyeyê yên nû de cihên fermandariyê digirin.
Nadine têkildarî peymana 30ˊê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de da anîn ku ev lihevkirin niha nikare bê nirxandin, ji ber ku bi asta pratîzekirina wê ve girêdayî ye. Nadine her wiha destnîşan kir ku tenê temsîliyeta sembolîk a Kurdan, digel bilindkirina asta kesên ku bi sûcên şer têne tawanbarkirin û rastî cezayên navneteweyî hatine, bo erkên bilind, dihêle sozên hemwelatîbûna wekhev ji bo Kurdan bi xetereyên hebûnî yên rastîn re rû bi rû bin.
XETERIYÊN JI NAVENDÎBÛNA ZÊDE Û REFORMÊN ŞEKLÎ
Li aliyekî din jî, lêkolînerê Enstîtuya Siyaseta Rojhilata Nêzîk Andrew Tabler, di îfadeya xwe ya li ser qonaxa veguhêz a li Sûriyeyê de got ku modela rêveberiyê li Şamê hîn jî pir navendî ye, bi awayekî fermî danûstandinê bi pêkhateyan re dike, ne weke şirîkatiyek rastîn di rêvebirinê de.
Tabler diyar kir ku tevî lihevkirina di navbera QSD û Şamê de jî, dûrxistina aktorên Kurd ji pêvajoya diyaloga neteweyî dê meşrûiyeta sîstema nû li bakur-rojhilatê Sûriyeyê têk bibe û Komîteya Karûbarên Derve ya Senatoyê hişyar kir ku pêvajoya entegrekirina dezgehên ewlehiyê ji reformek sazûmanî ya rastîn bêtir dişibihe "bilindkirina alê".
Tabler destnîşan kir ku gelek "milîs", di nav de komên bi piştgiriya dewleta Tirk hîn jî di cihên fermandariya serbixwe de. Ev yek deverên ku piraniya wan Kurd in di rewşek nezelaliya serwerî û kaosê de dihêle.
Di dawiyê de Tabler got DYE di danûstandinên bi hikumeta El Şeri ya li Şamê re rêbaza "polîsê baş bi karanîna bijartî ya polîsê xirab" bi kar tîne. Ji ber ku ew di ezmûnekê de ye ku Washington cezayan li ser ferz bike, da ku QSDˊê û Kurdan ji tevgerên leşkerî yên dawî biparêze.
PABENDBÛNA EXLAQÎ YA EMERÎKÎ
Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku divê DYAˊyê "pabendî erka exlaqî be" ku hikumeta nû ya Sûriyeyê pêkanînên nebaş li dijî hevalbendên Kurd nekin. Jeffrey got peymana di 30ˊê Çileyê de hatiye îmzekirin bi pêş ve diçe, divê Washington granatorê aktîv a mafên Kurdan be.
HIŞYARIYÊN JI ZÊDEBÛNA TUNDIYÊ
Girêdayî zêdebûna tundiyê, Senator Gregory Meeks, ku endamekî payebilind ê Komîteya Karûbarên Derve ya Senatoyê ye, hişyarî li ser zêdebûna fikarên tundûtûjiyê li dijî komên olî û etnîkî li Sûriyeyê, di nav de êrişên li ser perestgehan, da. Ji ber ku ev yek her hêviyek ji bo avakirina paşerojeke Sûrî ya berfireh piştî Esed tehdît dike.
Meeks da zanîn ku QSDˊê hîna şirîkê bingehîn ên DYAˊyê di têkoşîna li dijî terorê de ye. Meeks diyar kir ku Kurdên wêrek û hevalbendên Washingtonê yên DAÎŞ têk birine îro rûbirûyî pêleke nû ya tundiyê û nebaweriyê ne.
Meeks diyar kir ku ew lihevkirina 30ˊê Çileyê bi kêfxweşî pêswazî dike, lê da zanîn ku pêwîstî bi vîzyona pabendiya pratîkî ya berbiçav ji aliyê rêvebeirya Sûriyeyê ve hebe ku binpêkirinên li dijî pêkhateyan rawestin, Kurd û tevahî pêkhate werin parastin.
Di heman çarçoveyê de, senator Brian Mast got ku Sûriye hîn jî ji pêkanîna bendewariyên Amerîkayê pir dûr e, ji ber ku tedbîrên vê dawiyê yên li dijî Durzî, Kurdan û hevalbendên Washingtonê gavên di rêça xelet de temsîl dikin.
NAKOKIYA BINGEHÎN LI SER ŞÊWEYÊ DEWLETÊ
Mamosteya pratîkî ya Zanîngeha Johns Hopkins û lêkolînera mêvan li Enstîtuya Brookings Dr. Mara Karlin got ku hikumeta Şamê hewl dide modelek "Sûriyeya yekgirtî" ya pir navendî pêk bîne, lê QSDˊê modelek nenavendî ya rêveberiyê tercîh dike.
Dr. Mara diyar kir ku ji bo Kurdan, entegrasyona rastin di dewleta Sûriyeyê de pêdiviya xwe bi hestkirina ewlehiyê heye, ku ji bo wan siberoja siyasî û çandî misogerkirî ye.
Dr. Mara destnîşankirku naskirina zimanê Kurd weke zimanê neteweyî nîşaneya girîng e, lê divê DYE û civaka navneteweyî nehêlin êrişên nû pêk bên û hişyarî da ku divê Kurd werin parastin, ne li ser hesabê çareseriyên lez û şeklî.