Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ Rêber Apo ku 27’ê Sibatê kir û PKK’ê jî bi Kongreya xwe ya 12’emîn xwe fesix kir; pêvajo bi merasîma şewitandina çekan a 11’ê Tîrmehê derbasî qonaxeke cuda bû.
Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê diyar kir ku ew piştgiriyê dide banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û ji heyeta DEM Partiyê re jî ragihand ku eger bê xwestin, ew dikare ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê bibe navbeynkar.
Li gel vê yekê jî ji ber qedexeya li ser karê PKK’ê yê ji sala 1993’an û vir ve li Elmanyayê polîs diavêjin ser saziyên civaka sivîl ên Kurdan, siyasetmedarên Kurd ên weke Yuksel Koç digire.
Nivîskarê pirtûka ‘Vom System zum Netzwerk: Medien, Politik û Journalismus in Kurdistan’ û zanyarê siyasetê Dr. Kerem Schamberger ev helwesta Elmanyayê nirxand.
Dr. Kerem Schamberger qala serpêhatiya koça Kurdan a ber bi Elmanyayê kir û anî ziman ku Kurd ji salên 1950’î û vir ve li Elmanyayê ne, destpêkê bi hatine xwendekaran destpê kir û piştre jî di salên 1960 û 1970’î de weke hêza kar xwe gihandin Elmanyayê.
Dr. Schamberger diyar kir ku piştî darbeya faşîst a 1980’î li gel vê koça ji bo kar, koça siyasî jî destpê kir û destnîşan kir ku Kurdên li Elmanyayê li dora Tevgera Azadiyê ya Kurd li hev kom bûn.
Li gel bibîrxistina vê rabirdûya koçberiyê ya Kurdan Dr. Schamberger anî ziman ku zilma siyasî ya ku 32 sal in li Kurdan li Elmanyayê tê kirin, xwe dispêre qedexekirina PKK’ê û karên rêxistiniyên girêdayî wê, ku di Mijdara 1993’an de hate qedexekirin û got, “Hinceta xwe ya qanûnî ev e. Lê belê bêguman aliyekî siyasî yê vê qedexeyê heye. Gelek faktorên cuda hene ku rola xwe di nav de heye.”
Dr. Kerem Schamberger têkildarî guhertina li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd got, “Em niha di asteke gelekî cuda de ne. Em di navenda pêvajoya veguherînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd de ne. Em ê niha qala rastiya Tirkiyeyê bikin; lê belê ev têkoşîn îro hîn jî ji aliyê Tirkiyeyê û di çarçoveya berjewendiyên Tirkiyeyê de ji aliyê dewleta Elman ve tê meşandind.
Ji ber vê yekê, em bi şens in ku di demeke dîrokî de ne ku Tevgera Azadiyê ya Kurd veguherîneke kûr dike, ku yek ji tevgerên herî mezin ên civakî yên Rojhilata Navîn e. Em dikarin vê pêvajoyê bişopînin û bibin parçeyek ji vê veguherînê.
Di demekê de ku baskekî çekdarî yê Tevgera Azadiyê ya Kurd -yan jî yek ji baskên wê yên çekdarî- dibêje ‘Em rêbaza xwe ya têkoşînê ji çek û tundiyê dûr dixînin û dixwazin ber bi siyasetê û nîqaşa demokratîk biguherînin’, li Elmanyayê ji gelek deman bêhtir aktîvîst û hevrêyên Kurd girtî ne ku ev yek balkêş e. Di vê astê de ku PKK’ê fesixkirina xwe ragihandiye, girtina Yuksel Koç di 20’ê Gulanê de û qedexehiştina PKK’ê rewşeke ku nikare bê fêhmkirin.
Yuksel Koç 20’ê Gulanê li gorî xala 129b bi sûcdariya ‘terorê’ hate girtin. Ne ji ber sûcekî şexsî, tenê bi sûcdariya endametiya PKK’ê. Yuksel Koç li Elmanyayê yek ji nûnerên Kurdan ê herî naskirî ye; li tevahiya Ewropayê geriya ye, demeke dirêj serokatî ji rêxistina sîwanî ya Kurdên li Elmanyayê re kiriye, di heman demê de li Ewropayê jî yekî naskirî ye.
Girtina wî di heman demê de tê wateya sabotajeke dewleta Elman li hemberî pêvajoya aştiyê. Yanî berevajî Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ku piştî fesixkirina PKK’ê ragihand ku ew piştgiriyê dide pêvajoyê, tê dîtin ku girtina aktîvîstên Kurd di pratîkê de dewam dike.
Rewşa Mehmet Çakas nîşaneyeke din a vê yekê ye ku ji Îtalyayê anîn Elmanyayê, li vê derê girtî ye, zêdeyî 2 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn û li şûna ku wî bişînin Îtalyayê, dixwazin bişînin Tirkiyeyê ku êşkence û kuştin jî dikare bê serê wî. Ev yek bi rastî jî nîşaneyeke bi êş a van zextên burokrasiya Elman e.”
Dr. Schamberger destnîşan kir ku veguherîna li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd hîn di asteke bilind de dewam dike û li hemberî helwesta li hemberî zext li aktîvîst û siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê karê divê bê kirin bi vî rengî pênase kir: “Bi taybetî têkildarî zextên li ser siyasetmedar û aktîvîstên kurd divê nîqaşeke berfireh li nava raya giştî bê kirin. Ji ber ku haya civaka Elman di asteke mezin de ji wê nîne ku mafên bingehîn ên Kurdan têne astengkirin.
Tevgera Azadiyê ya Kurd ji ber guherîn û veguherîna ku niha di nav de ye, zêde nakeve rojeva medyayê. Tenê bûyerên li Tirkiyeyê û Kurdistanê weke nûçe têne derbaskirin. Halbûkî zilma li Elmanyayê nabe rojev. Divê ev yek bibe rojev û bê nîqaşkirin.
Her wiha divê li ser qedexeya li PKK’ê careke din nîqaş bê kirin. Niha hewldanek di vê çarçoveyê de heye. Bi taybetî di asta veguherîn û jinûve avabûnê de, îro hîn jî zilm li ser bingeha qedexeya li ser PKK’ê tê kirin. Ev qedexe divê bê betalkirin û dawî li zilmê bê anîn.
Herî dawî jî tê zanîn ku li Elmanyayê gelek Tirk hene. Ez jî yek ji wan im. Di heman demê de li Elmanyayê bi sed hezaran, nêzî milyonek Kurd hene. Lewma piştgiriya ji bo vê pêvajoya aştiyê wê li gorî berjewendiyên Elmanyayê be.”
westendverlag.de/media/37/66/f1/1704965517/10.532919783949925030_Schamberger_Vom System zum Netzwerk.pdf