Dr. Bossart: Doza Kurdan bi PKK’ê wê were çareserkirin
-Hîndekarê Pîşeyî yê St. Gallen teolog Dr. Rolf Bossart “Dema ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, wê daxwaza edaletê ya Kurdan pêk were.”
-Hîndekarê Pîşeyî yê St. Gallen teolog Dr. Rolf Bossart “Dema ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, wê daxwaza edaletê ya Kurdan pêk were.”
Kampanyaya ji bo ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ were derxistin didome. Hîndekarê Pîşeyî yê St. Gallen teolog Dr. Rolf Bossart ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev çalakî tê wateya edaleta ji bo Kurdan.
Bossart got “Ez bawer im bi beşdariya aliyên sivîl, siyasî û leşkerî yên heke muzakereyek were kirin wê pirsgirêka Kurdan çareser bibe. PKK di doza Kurdan de aktorekî girîng e û ji aliyê gelê Kurd wekî nûnerê meşrû yê berjewendiyên mafên xwe tê dîtin. Ji ber vê jî divê PKK di çareseriya doza Kurdan de wekî aliyekî meşrû were dîtin. Dema ku gaveke erênî were avêtin ev jî tê wateya ku PKK wekî hevkarê muzakereyê wê were dîtin.”