Dostên Kurdan li bajarê Morlaîxê daketin qadan

Girseya bi banga rêxistinên çepgir ên Fransî li Morlaîxê hat ba hev, dewleta Tirk ku êrîşên qirkirinê li dijî Kurdan pêk tîne, protesto kir û daxwaza rakirina qedexeyê ji ser PKK’ê û berdana hemû girtiyan kir.

Li bajarê Morlaîx ê li ser herêma Brîtanny ya Fransayê gelek rêxistinên çepgir û saziyên civakê yên sivîl, ji bo berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, derxistina PKK’ê ji lîsteyên terorê yên Yekîtiya Ewropayê, rawestandina êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li dijî gerîla, çalakî li dar xist.

Kurdistaniyên li bajarên der û dorê jî tev li çalakiyê bûn.

Çalakgerên saet di 18.00’an de li qada Places des Otages a Morlaîxê hatin ba hev, dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor“, “Erdoganê dîktator“, “Jin jiyan azadî“, “Bijî Serok Apo“ û “Şehîd namirin“ berz kirin.

Di çalakiyê de ji bo teşhîrkirina terora dewleta Tirk a bi ser Kurdan danezan jî hatin belavkirin. Ji bo bibîranîna 17 gerîlayên bi erîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şehîd bûn, find hatin vêxistin.

Di axavtinên hatin kirin de peyama piştevaniya bi gelê Kurd re hat dayîn.