Dorpêçkirina Mexmûrê li Bernê hat protestokirin
Kurdistaniyên li Kantona Bernê hatin ba hev, dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî protesto kir.
Kurdistaniyên li Kantona Bernê hatin ba hev, dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî protesto kir.
Kurdistaniyên li Kantona Bernê ya Swîsreyê hatin ba hev, zext û hewila dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya artêşa Iraqê, protesto kir. Girse ku li ber Bern Bahnhoffê hat ba hev, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hildan. Kurdistaniyan, pankartên li ser “Dorpêçkirina Mexmûrê, dorpêçkirina mirovahiyê ye”, “Bijî berxwedana Mexmûrê”, “Em ê li ber dorpêçkirina Mexmûrê li ber xwe bidin” nivîsandî, vekirin û bêyî sekin dirûşmeya “Bijî berxwedana Mexmûrê” berz kir.
Çalakî, bi rêzgirtina bi deqeyekê dest pê kir. Hevserokê Komeleya Çandê ya Kurd a Bernê Bûrhan Karakoç pêşiyê axivî. Karakoç destnîşan kir ku dorpêçkirina Mexmûrê ne birasthatinî ye û anî ziman ku dewleta Tirk û dewletên Ereb, di vê dorpêçkirinê de bi bi hev re tevdigerin. Karakoç destnîşan kir ku dewleta Tirk gefan li Iraqê dixwe ku wê avê nede.
Siyasetmedar Mûstafa Karahan ku bi pişt re axivî, got ku dorpêçkirina Mexmûrê berdewamiya êrîşên qirkirinê yên sedsalê ne. Mûstafa Karahan bi lêv kir ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna rêbaza Srî Lankayê, têdikoşe û diyar kir ku divê dinya dengê xwe ji vê qirkeriyê re bike.
Piştî axavtina daxuyaniya bi Elmanî hatibû amadekirin, hat xwendin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên berxwedanê bi dawî bû.