Kurd û komên piştevaniyê li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê, li dijî êrîşên li ser Rojava û dorpêça derdora Kobanê çalakî lidarxistin. Bajêr bi rojan in pirsgirêka av, kehrebe, înternet û xwarinê jiyan dike û nevekirin korîdoreke mirovî bû sedema protestoyan. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê timî dirûşmeya “Bijî Rojava” berz kir.
Serokê Şaredariya Kopenhagê yê berê Villo Sigurdsson dorpêça Kobanê wekî, “sûc û têkçûyîna gerdûnî ya li dijî mirovahiyê” bi nav kir. Sigurdsson diyar kir ku zêdeyî nîv milyon sivîl bê kehrebe, bêav û bêtêkilî mane û alîkariyên mirovî bi awayekî sîstematîk tên astengkirin. Sigurdsson destnîşan kir ku Tirkiyeyê bi nevekirina deriyên sînor dorpêçê didomîne û koalîsyona bi pêşengiya NY, YE û DYA’yê ya li dijî DAÎŞ’ê, li hemberî vê rewşê bêdeng e.
Sigurdsson, xwest ku dorpêç û ambargoya li ser Kobanê tavile were rakirin û mekanîzmayeke çavdêriyê ya serbixwe ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were erkdarkirin, bê avakirin.
Parlamenterê Enhedslisten Trine Pertou Mach jî bi bîr xist ku 14 sal in li Rojava jiyaneke li ser bingeha demokrasî, xwişk-biratiya gelan û mafên jinan hatiye avakirin û wiha got, “Îro naxwazin van nirxan bibînin. Em li gel dostên xwe yên Kurd in, bi Rojava re ne” û axaftina xwe bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî kir.
Çalakî bi dirûşmeya, “Bijî Rojava” bi dawî bû.