Di rojnameya Swîsreyê de ji bo azadiya Ocalan îlan hate dayîn

Li Swîsreyê di rojnameya bi navê WOZ de ya ku heftane tê weşandin û nêzî 104 hezar tîraja wê heye ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan îlan hate dayîn.

Îlan di hejmara vê hefteyê ya rojnameyê de hate weşandin. Di îlanê de hate diyarkirin ku di bin şertên tecrîdê de jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan emrê xwe daye aştî, demokrasî û çareseriya doza Kurdan.

Di îlanê de ev tişt hate gotin:

“Di 15’ê Sibata 1999’an de avakarê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Naîrobiyê ya ku paytexta Kenyayê ye ji aliyê Tirkiyeyê hate revandin. Ocalan ji wê demê û vir ve di bin tecrîdeke giran de li Îmraliyê ye. Ji aliyê din ve jî Ocalan emrê xwe daye aştî, demokrasî û çareseriya doza Kurdan. Abdullah Ocalan di pêvajoya şerê li hemberî dewleta Tirk de gelek caran agirbestên yekalî yên ji bo çareseriyên avaker pêşkêş kiriye. Di navbera salên 2012-2015’an de ji bo Rojhilata Navîn bûye hêviya aştî û demokrasiya mayînde.

Ocalan ne bi tenê kesekî siyasî yê xwedî bandor e, di heman demê de çareseriya aştiyane ya doza Kurdan jî diparêze û ji bo ku herêm demokratîk bibe aktorekî siyasî ye ku dikare rola xwe pêk bîne. Ocalan avakarê projeya konfederalîzma demokratîk a Rojava ye û ji bo herêma bi krîz jî çareseriya demokratîk û aştiyane sembolîze dike.

Tê zanîn ku yek ji sedema zêdebûna alozî û krîza li Rojhilata Navîn Tirkiye ye û em bawer in di çareseriya vê kaosê de wê bandoreke mezin a Abdullah Ocalan hebe. Ji ber vê azadiya Abdullah Ocalan û ya girtiyên siyasî wê xwedî wate û tevkariyeke mezin be.”