Li Elmanyayê, Daîreya Penaber û Koçberan (BAMF) bi hinceteke sosret a dosyaya Abdulkadîr Oguz ê di sala 2019'an de daxwaza penaberiya siyasî kiribû, biryara dersînorkirinê da.
Abdulkadîr Oguz di Çileya 2019'an de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bi îfadeya şahidê nepen û bêyî delîlên zelal 25 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. 3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê di 24'ê Mijdara 2021'an de ev ceza erê kir.
Abdulkadîr Oguz ê ku di navbera salên 2012-2014'an de ji ber dozeke siyasî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî bû, neçar ma ku malbata xwe û karê xwe li pişt xwe bihêle û ji Tirkiyeyê derbikeve.
Oguz di Nîsana 2019’an de li Elmanyayê serlêdana penaberiya siyasî kiribû. Piştî ku Daîreya Penaber û Koçberan a Federal (BAMF) di Kanûna 2021’an de serlêdana wî ya penaberiyê red kir, parêzerên Oguz doz birin Dadgeha Îdarî ya Mindenê. Ev biryar li vir jî hat erêkirin.
Zincîra biryarên sosret di sala 2021‘an de li BAMF ku navenda wê li Bonnê ye dest pê kir.
Doza Oguz ê bi salan e di Rêxistina HDP'ê ya navçeya Bîrecîkê de xebatên siyasî dimeşîne, ji aliyê BAMF'ê ve li Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. BAMF'ê îdia kir ku Oguz ji ber sûcekî edlî, ne siyasî, li dadgeha Tirkiyeyê hatiye darizandin û ji ber vê yekê li hemberî radestkirina wî tu îtîraz nîne. Her wiha anî ziman ku li Tirkiyeyê şert û mercên girtîgehê baş in û ew ê rastî îşkenceyê neyê.
Her wiha BAMF'ê îdia kir ku endamtiya HDP'ê ya Oguz û xebatên wî yên siyasî di cezakirina wî de tu rol neleyistiye.
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê, di rapora xwe ya li ser girtîgehên Tirkiyeyê de ku di Gulana 2021'an de hat weşandin, destnîşan kir ku "Hejmareke girîng a giliyên pêkanînên keyfî, muameleya xerab, şert û mercên xirab, îşkence û tacîzê dewam dikin."