Bi pêşengiya Federasyona Fed Med û YJK-E NRW li eyaleta NRW (Ren Westfalya Bakûr) ya Elmanyayê, meşa dirêj a 3 rojan a bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî, wê azadî biserkeve" di roja 2. de bi tevlêbûna bi sedan Kurdistaniyên li Koln Heûemarkê dest pê kir.
Polîsan destûr neda girseya derbasî meşê bibû ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirin.
Çalakgerên ku di rakirina posteran de israr kir li Heûemarkê çalakiya xwe bi qasê 2 saetan bi berzkirina dirûşmeyên “Rêber Apo vîna me ye, kes nikare qedexe bike” berdewam kirin.
Hevserokê KON-MED'ê Engîn Sever anî ziman ku helwesta polîsan polîtîk e.
ELMANYA LI WELATÊ XWE PERGALA TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ PÊK TÎNE
Sever bertek nîşanî van gotinan da: “Pergala tecrîda ku 23 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo tê meşandin, li Elmanyayê jî bi heman rengî tê meşandin. Bi biryarên siyasî yên hikûmeta Elman, dijminatiya Kurdan li her qadê didome. Hikûmet, behsa demokrasî û mafên mirovan dike, li Elmanyayê bi qedexekirina saziyên Kurdan, çand û vîna wan, sîstema tecrîda Îmraliyê pêk tîne.
Yek ji dewletên ku di pêvajoya komploya navneteweyî de cih girtin nekarîn bigihêjin armanca xwe. Îradeya bi mîlyonan mirov nikare di tecrîdê de bimîne. Ji bo vê jî li ku bin em ê xwedî li Rêbertî, hebûn û rûmeta xwe derkevin. Rêberê Gelê Kurd bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye. Ti dewlet nikare pêşiya vê yekê bigire. Ji bo gelê Kurd Rêber Apo jiyana azad temsîl dike. Ji ber vê yekê divê di zûtirîn dem de azadiya wî ya fizîkî were misoger kirin. Em weke KON-MED ku sîwana saziyên Kurd ên li Elmanyayê ye, qedexe û astengiyên siyasî bi tundî şermezar dikin. Divê hikûmeta Elman di zûtirîn demê de dawî li pêkanînên xwe yên qedexe û antîdemokratîk bîne. Hikumeta Elmanya ku bi qedexekirina sazî û rengên Kurdan re tecrîda li Îmraliyê li Elmanyayê pêk tîne, divê dest ji van pêkanînên xwe berdin û li dijî dewleta Tirk a faşîst helwesteke zelal nîşan bidin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
SIBE LI BER DGB HAÛS A DUSSELDORF MEŞA PROTESTOYÎ HEYE
Çalakiya li dijî komploya navneteweyî wê sibe (12'ê Sibatê roja Şemiyê) saet di 13:00’an de bi meşeke girseyî ya li ber DGB Haûs a li paytexta eyaletê Dusseldorfê bi dawî bibe.