Dewleta Tirk li Stûttgart û Marsîlyayê hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li Mexmûr û herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê li bajarê Marsîlya ya Fransa û bajarê Stûttgart a Elmanyayê hate protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li Mexmûr û herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê li bajarê Marsîlya ya Fransa û bajarê Stûttgart a Elmanyayê hate protestokirin.
Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Şoreşger (JCA) êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Zînî Wertê û Mexmûrê protesto kirin.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê di saetên sibê de li ser pireke ya rêwiyan pankarta bi nivîsa ‘Di demê Koronayê de Erdogan planên şer dike’ hate hildan.
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê jî aktivîstên TCŞ’ê li ser pireke hildayî êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.