Dewleta Tirk li Dusseldorfê hat protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên nû yên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hatin protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên nû yên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hatin protestokirin.
Kurdên li Dusseldorfê dijîn, li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê 17ê Nîsanê destpê kirin, çalakiyek pêk anîn.
Çalakiya protestoyî li ber Sefaretxaneya Dewleta Tirk hat lidarxistin. Çalakvanan bertek nîşanê bêdengiya hikumetên Ewropayê ya li dijî dagirkeriyê dan.
Di çalakiyê de banga tevlêbûnê ya ji bo meşa navendî ya ku wê 23’ê Nîsanê roja Şemiyê li Dusseldorfê bê lidarxistin jî hat kirin.