Polîsên Fransayê, bi hinceta çalakiyên şermezarkirina komkujiya 23’yê Kanûna 2022’yan a li Parîsê, li Marsîlyayê avêt ser gelek malên Kurdan û Kurd destgîr kirin. Destgîrkirina Kurdan li Marsîlyayê, bi çalakiyekê hate protestokirin. Gîrse, saet di 15:00’an de li qada Canebîere li hev civiya û bi pankarta “Azadî ji hevalên me re, azadî ji Kurdan re’’ heta ber avahiya ewlehiyê meşiya.
Gel, dirûşmeyên “Bijî têkoşîna Kurdan”, “Bijî Serok Apo” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Li ser navê girseyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), li ber avahiya ewlehiyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girtina bi ser malan de danê siharê, nehiqûqî ye û wiha hate gotin: “Erka sereke ya polîsan, ne girtina Kurdan, lê eşkerekirina wan hêzan e ku komkujî dane kirin. Em tawîzê ji têkoşîna xwe nadin.“
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştî komkujiya 23’yê Kanûna 2022’yan ku bi arastekirina dewleta Tirk û îstixbarata wê, ji aliyê yekê faşîst ve pêk hat, Kurdên li Ewropayê bi hêrsa vê komkujiyê û komkujiya beriya 10 salan ji bo bi awayekê demokratîk bertek nîşan bidin, daketin qadan. Fransa û welatên din ên li Ewropayê bi salan e di hewila krîmînalîzekirina têkoşîna demokratîk û rewa ya PKK’ê û Kurdên li Ewropayê de ne. Her wiha dikevin wê hewilê ku hêrsa bi mafdarî ya li dijê komkujiya ku 3 şoreşgerên Kurd hatin qetilkirin, bi heman rêbazan krîmînalîze bikin. Bila baş bê zanîn, di serî de Fransa, tu dewletên Ewropayê nikarin peşkê li têkoşîna me ya mafdar bixin. Em bi destgîrkirin û girtinê naqutufin. Erka sereke ya polîsan, ne girtina Kurdan, lê eşkerekirina hêzên li pişt komkujiyan e. Çi dibe bila bibe em ê her tim bibêjin ‘Edalet ji bo Kurdan‘. Bila hêzên li pişt komkujiyê eşkere bibin, sira dewletê ji ser dozê were rakirin û hevalên me demildest werin berdan.”
NEHAT ZANÎN KU ÇEND KES HATINE DESTGÎRKIRIN
Polîsên Fransayê, çalakiyên li dijê Komkujiya Parîsê ji xwe re kirin hincet. Hate zanîn ku hevdîtinên parêzeran bi 24 saetan hatine qedexekirin lê nehat zanîn ku çend kes hatine destgîrkirin.