Dengdayîn li Ewropayê berdewam e

Dengdayîn li Ewropayê serê sibehê dest pê bû û berdewam e. Roja pêşîn a dengdayînê, eleqe ji bo dengdayînê gelek e, gel ji bo dengê xwe bide li hêviya dora xwe ma.

Ji bo tûra duduyan a hilbijartina Serokkomariyê, dengdayîn li Dusseldorfê dest pê bû. Platforma Hilbijartinê ya Dûîsbûrgê, got: ‘’Ev karê me nîvco hiştiye temam bikin.’’ 
Ji bo tûra duduyan a hilbijartina Serokkomariyê li derveyê welêt berdewam e. 26 sindoq ji bo dengdayînê li Balyozxaneya Dusseldorfê hatine danîn. Ji saet 07.00’an pê ve ji ber pirpûna kesan, xelk ma li hêviya dorê ku dengê xwe bide. 
DÛÎSBÛRG 

 Tifaqa Ked û Azadiyê ya Dûîsbûrgê, Platforma Hilbijartinê ya Dûîsbûrgê, ji bo dengdayînê ku îro dest pê bû, bi dehan wesayîtên taybet, mînîbês û otobêsan, hilbijêran dibe Sefaretxaneya Dusseldorfê. 
Dengdayîn wê heta 24’ê Gulanê berdewam be. Platforma Hilbijartinê ya Dûîsbûrgê ji dengdayînê got: ‘’Karê ku me nîvco hiştiye, em temam bikin’’ û bang kir ku xelk biçe dengê xwe bide. 
MAÎNZ
Li ber Balyozxaneya Maînzê jî kes ji bo ku dengê xwe bidin, rêz bi rêz bûn. Wisa xuya ye ku wê tûra duduyan dengdayîn ji ya yekemîn zêdetir be. Heta bi saet 12.00’an hilbijêrên AKP’ê gelek bûn, bi pişt re hilbijêrên mixelef zêde bûn. Ji ber ku dawiya hefteyê kes ji bo dengê xwe bidin zêde nasekinin. 
Ozan Ayhan Aldanmaz ku tûra duduyan a hilbijartinê jî hilbijêran dibe ser sindoqan da ku dengên xwe bidin, got: ‘’Saet bûye 13.00, heta bi niha min sê car hilbijêr birine ser sindoqan. Ev jî kêm e bi ya min, hêviya min ew e ku xelk bêhtir biçe dengê xwe bide. Kî ku mafê xwe yê dengdayînê hebe, bila li me bigere, em ê wan bi kêfxweşî bibin ser sindoqan û bi pişt re deynin malê.’’ 
ESSEN


Li bajarê Essen ê Elmanyayê, eleqeya xelkê ji bo hilbijartinan gelek e. Navenda Koordînasyonê ya Hilbijartinê, bang kir ku bila her kes biçe dengê xwe bide. 
TÎROL
Li Innsbrûckê ku paytexta eyaleta Tîrolê ye, dengdayîn dest pê bû. Ji her partiyê erkdar û mişahid li ber sindoqan hene, eleqe gelek e. Partiya Çepên Kesk banga dengdayînê li xelkê dike. Bi yên bixwazin biçin dengê xwe bidin re dibe alîkar.